​​​​​​​QSD`ê têkildarî qetilkirina 2 jinan lêpirsîn vekir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî qetilkirina 2 jinan li Dêrazorê di 17`ê Kanûnê de, lêpirsîn da destpêkirin.

​​​​​​​QSD`ê têkildarî qetilkirina 2 jinan lêpirsîn vekir
24 kanûn, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî sûcê qetilkirina 2 jinan li Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 17`ê Kanûnê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê cenazeyên 2 jinan ku bi guleyan hatibûn kuştin, dîtin.

Li ser wê yekê hêzên me ji bo naskirina detay, alî û berpirsên vî sûcî lêpirsîn da destpêkirin. Hêzên me soz didin ku sûcdaran bişopînin, bigirin û wan radestî edaletê bikin.

Em vî sûcê hov û sûcdaran şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê Dêrazorê dê ji bo girtina sûcdaran û hesapxwestina ji wan bi hêzên me re bibe alîkar. Em ji ber hişyariya wan spasiya wan dikin ku bi fitneya ku hin komên girêdayî aliyên dijber hewl didin li herêmê derxin, nehatin xapandin. Em diyar dikin ku di mijarên girêdayî silametiya xelkê me, aştiya civakî û rêgezên edaletê li herêmê de, qanûn di ser her kesî re ye.”