Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir

Şêniyên Qamişlo komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û diyar kirin ku ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku hesabên ji berpirsên komkujiyê re were pirsîn.

Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
Şêniyên Qamişlo banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kir
24 kanûn, 2022   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Qamişlo û navçeyên wê bi çalakiyên cuda komkujiya duh a li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hat şermezarkirin ku di encamê de 3 kes şehîd bûn.

QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo, bi beşdarbûna bi sedan şêniyan meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya Mizgefata Şelah a rojhilatê bajar dest pê kir. Di meşê de dirûşêmên şermezarkirina komkujiyê û silavkirina berxwedana Kurdên li Parîsê hatin berzkirin û pankartên "Bijî berxwedana Kurdên li Parîsê", "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e", alên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş li çerxerêya Sonî veguherî mîtîngê. Endama Însiyatîfa Gel a Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axivî, komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de jinên azad dike hedef. Komkujiya hovane ya li duh a li Parîsê pêk hatibû berdewama komkujiya berî 10 salan a li dijî sê jinên parêzvanên mafên jinan e."

Perwîn Yûsif bang li aliyên têkildar kir ku hesabê vê komkujiyê bipirse û got: "Em ê li qadan bin û çalakiyan dewam bikin heta ku berpirsên van komkujiyan werin muhasebekirin."

TIL KOÇER

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HWEgMld0YiI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê, şêniyên navçeya Til Koçerê ji ber çerxerêya Delê ber bi avahiya Şaredariya Gel ve meşiyan. Şêniyan wêneyên şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Ebdurehman Kizil hildan.

Li çerxerêya Delê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê Yasîn Kino axivî. Yasîn Kino komkujî şermezar kir got: "Êrişa li ser navenda Çanda Kurdan nameyeke diyar e ku ew qebûl nakin Kurd bibin xwedî îrade, ziman û çand. Ji ber vê yekê hewl didin destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibin."

Yasîn Kino banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Ev kiryarên nemerd hêza me ya li hemberî faşîzma Enqereyê zêdetir dike.ʹʹ

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî Nivîsgeha Olî ya Jinan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber navenda nivîsgehê ji aliyê endama rêveber a nivîsgehê Meha Sado ve hat xwend. Di daxuyaniyê de pirsa vê êrişên li ser gelê Kurd li hikumet û dewletan hate kirin û hate gotin: "Heta kengî wê der barê doza kurdî û mafên wan ên jiyan de bêdeng bin. Heta kengî wê li hemberî hewldanên îmhakirina çand, şaristanî û dîroka Kurdan bêdeng bin. ʹʹ

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn û hate gotin, "Sakine Cansîz mînka mezin a sekn û îradeya jinan da cîhanê."

Li aliyekî din, bi dehan hunermend û rewşenbîrên navçeyê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Horî kom bûn. Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Arişk Barava daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser navenda Ahmed Kaya hat şermezarkirin û hate gotin ev êrş di çarçoveya êrişên qirkirina çanda gelê Kurd tê kirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi komkujiya yekemîn a Parîsê ya sala 2013ʹan a li dijî sê jinên têkoşer hate kirin û wiha hate domandin "Ev êrişa hovane ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatibû birêxistinkirin. Ev yek îsbat dike ku her du êriş ji hev qut nin in. Destê îstîxbarata Tirk di van êrişan de heye. Ev êriş berdewama siyasetên hedefkirina rêveberên civakê û gelê Kurd e."

Hunermend û rewşanbîran diyar kirin ku ev êriş îradeya gelê Kurd naşkîne û gotin: "Ji vir em bang li hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku li hemberî siyasetên hovane, yên dermirovî û derexlaqî xwedî helwest bin. Em hunermend, rewşenbîr û şêniyên Amûdê vê êrişê şermezar dikin û diyar dikin ku em bi doza xwe ve girêdayî ne. Em ê têkoşînê bidomînin. Şehîd namirin, ji birîndaran re şîfaya lezgîn."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Şehîd namirin", "Bimre dewleta Tirk a faşîst " û "Bijî serok Apo" hatin avêtin.

ANHA