​​​​​​​Bijîşkan banga girtina tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna înfilowenzayê kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketiyên înfilowenzayê vê zivistanê zêde bûne. Bijîşkan bang li şêniyên kir ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyê bigirin.

​​​​​​​Bijîşkan banga girtina tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna înfilowenzayê kir
23 kanûn, 2022   07:57
QAMIŞLO- SOLÎN ÊHMÊ

Bi hatina demsala zivistanê re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketiyên înfilowenzayê zêde bûn.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa anî ziman ku belavbûna nexweşiyê di navbera şêniyên herêmê û taybet zarokan de normal e nexasim di zivistanê de.

Li gorî Mustefa, ji ber guhartina avhewayê di navbera roj û şevê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cudabûna pilayên germahiyê di navbera rojan de înfilowenza pir di nava zarokan de belav bûye.

Mustefa piştrast kir ku hemû nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 seatan amade ye ku nexweşan derman bikin û diyar kir ku heta niha tu pirsgirêk di aliyê derfetan de derketiye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li şêniyên herêmê bi taybet dayikan kir ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyê bigirin.

Rêveberê giştî ya nexweşxaneyê dil û çavan, Dr.Mihemed Elî Ebdî ku pirsporê nexweşên dil e bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna înfilowenzayê bigirin, mask bi kar bînin, avê, ava beybûnan (zûrat) vexwin, fêkî bixwin û ji malê dernekevin.

(dm)

ANHA