Înîsiyatîfa Nûn ji bo Rêber Ocalan bang li civata navnetewî kir

Înîsiyatîfa Nûn Ji Bo Azadiya Ocalan helwesta CPT ya têkildarî pêkanînên Îmraliyê şermezar kir û banga bihîstiyariyê li sazî û rêxistinên navnetewî kir.

Înîsiyatîfa Nûn ji bo Rêber Ocalan bang li civata navnetewî kir
23 kanûn, 2022   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Nûn Ji Bo Azadiya Ocalan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û helwesta CPT daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û bal hat kişandin ku tecrîd û astengkirina agahiyên têkildarî rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan binpêkirinên mafên microvan e. 

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk nahêle malbat û parêzer bi Rêber Ocalan re hevdîtinê çêbikin,  lê ev yek li gorî qanûnên navnetewî binpêkirina mafan e.

Sardana CPT ya Îmraliyê û daxuyaniya wê ya ku piştre hatiye belavkirin jî di daxuyaniyê de hat nirxandin û helwesta CPT hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku CPT îdîa kiriye ku bi Rêber Ocalan re hevdîtin kiriye, lê piştre derketiye holê hevdîtin pêk ne aniye.  Di daxuyaniyê de ev helwesta CPT bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin ku pêwîst bû vê rêxistinê rastî eşkere bikirina û îşkence û sûcên tundiyê derxistiban holê.  

Di dawiya daxuyaniyê de bang li CPT hat kirin ku erka xwe bicîh bîne, pêkanînên li Îmraliyê eşkere bike. Her wiha bang li civata navneteweyî, hemû gelên aştîxwaz û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan hat kirin ku zextê li desthilatdariya Tirkiyeyê bikin ku azadiya fizikî ya Rêber Ocalan pêk were.”

(fr)