Polîsên dewleta Tirk hevserokê DBP’ê destgîr kir

Polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser Navenda Giştî ya DBP’ê û avahiyên wê yên li bajaran de girt. Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek rêveber hatin destgîrkirin.

Polîsên dewleta Tirk hevserokê DBP’ê destgîr kir
23 kanûn, 2022   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêla destgîrkirin û girtinê ya li dijî siyasetmedarên kurd dewam dike. Vê sibehê polîsên Tirk bi ser avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malên rêveberên wê de de girt. Polîsan serê sibehê zû avêt ser Buroya Şêwirê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ku li Amedê ye. Lêgerîna polîsan a li avahiyê didome.

Polîsan avêt ser mala hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştre Bayindir kirin destgîr kir. Di kêliya ku Bayindir ji avahiyê derdixistin, Bayindir îşareta serkeftinê nîşan da lê polîsan destê wî anî xwarê. Hat zanîn ku Bayindir birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

ŞANDEYA HDP’Ê ÇÛN AVAHIYA DBP’Ê

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wekîla seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosun, Îmam Taşçier û Feleknas Ûca derbasî Buroya Şêwra Navenda Giştî ya DBP’ê ku lêgerîn lê didome bûn. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyad Ceylan û Gulistan Atasoy jî li ber avahiyê disekinin.

DERIYÊN AVAHIYAN ŞIKANDIN

Her wiha polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Balgata Enqereyê de jî girtin. Polîsan derbarê lêpirsînê de agahî nedan û derdora avahiya DBP’ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Lêgerîna polîsan didome.

Polîsan li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Êlih, Riha û Dîlokê jî avêtin ser avahiyên DBP’ê û di serdegirtinan de deriyên avahiyan hatin şikandin.

HEVSEROKÊN BAJARAN HATIN DESTGÎRKIRIN

Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, hevserokê DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek, hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan hatin destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarêy a Amedê ve hatiye destpêkirin û tê gotin dibe ku hejmara destgîrkiriyan zêde bibe. Hat zanîn ku siyasetmedarên hatine destgîrkirin dê bînin Amedê.