Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê: Berxwedana me dê berdewam bike

​​​​​​​Şêniyên kampa Berxwedan a kantona Şehbayê, dorpêça li ser kantonê şermezar kir û gotin ew dê li hember hemû siyasetan li ber xwe bidin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li dijî wan dimeşînin.

Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê: Berxwedana me dê berdewam bike
23 kanûn, 2022   01:51
ŞEHBA-XALID HESEN

Koçberên Efrînê yên di nava kampa Berxwedan de dimînin û şêniyên Şehbayê dorpêça li ser kantonê şermezar kir.

Koçbera bi navê Heyat Mihemed wiha axivî: “Ji 4 salan ve, em di nav kampê de ne. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker axa me dagir kir, em koçberî Şehbayê bûn. Niha Firqeya 4`an a hikumeta Şamê dorpêçek li ser herêmê ferz kiriye. Lê divê hikumeta Şamê vê dorpêçê bi dawî bike.”

Koçbera bi navê Leyla Îbiş jî got: “Ev dorpêçeke dermirovî ye. Lê wê vîna me neşikîne. Em gelek berxwedêr in û dê li hember siyasetên hikumeta Şamê berxwedana xwe berdewam bikin. Em careke din ji kantonê koçber nabin. Hêvî û armanca me ya yekane, bi rûmeta xwe em vegerin warên xwe. ” 

Koçberê bi navê Ehmed El Casim jî wiha anî ziman: “Ji hemû aliyan ve em hatine dorpêçkirin. Hikumeta Şamê nahêle sotemenî derbasî herêmê bibe. Pêwîstiya xelkê li vir bi hêmanên jiyanê heye bi taybet di vê sermê de.”

El Casim nerazîbûna xwe li hember vê dorpêçê nîşan da û got: “Zarok nizanin dorpêç çi ye. ”

Koçberê bi navê Şêx Ehmed jî teqezî bi domandina berxwedanê heta vegera li Efrînê kir.

(şx)

ANHA