​​​​​​​Şêniyên gundên ser sînor ên Minbicê: Em ê li kêlka QSD'ê bin heta bi serkevin

Şêniyên gundên ser sînor ên Minbicê anîn ziman ku ew piştgiriya QSD'ê dikin ku dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.

​​​​​​​Şêniyên gundên ser sînor ên Minbicê: Em ê li kêlka QSD'ê bin heta bi serkevin
22 kanûn, 2022   23:30
MINBIC -ŞÊRÎN SERXAN

Ji dema rizgarkirina Minbicê di 15'ê Tebaxa 2016'an de ji DAIŞ'ê, dewleta Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe bakur û rojava yê bajêr topbaran dikin ku şêniyên resen û malbatên ji gundewarên bajarê Cerablus û Babê yên dagirkirî li wan gundan dimînin.

Li gorî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, hejmara şêniyan li wan 18 gundan derdora 44 hezar û 481 kes e.

Ajansa me nêrînên gelê li wan gundan girt.

BERXWEDAN VEBIJÊRKA ME YA YEKANE YE

Welatiyê bi navê Hesen El Ehmed (76) ê ji gundê El Hoşeriyê yê li eniyên şer diyar kir ku dewleta Tirk rojane gundên wan topbaran dike û beriya çend rojan ji ber topbaranê hindek mabû malbata xwe winda bike.

El Ehmed kêliya hedefgirtinê wiha wsifand: “Dagirkeriya Tirk gund topbaran kir. Ez û malbatê li malê kurê xwe yê mezin kom bûn. Di wê kêliyê de dengek bilind hat ku mal tev de hejiya. Ji tirsê em derketin derve. Topek li kêlek mal ketibû. Baş e kesek tişt nebû û tenê zirarên madî çêbûn.”

El Ehmed wiha got: "Berxwedan rêya me ya yekane ye, ev ax û welatê me ye û em dev jê bernadin. Em nahêlin kesek dest bide bosteke axa me. Em dê piştgiriya QSD`ê bikin û li hember dijmin li ber xwe bidin heta ku serketin pêk were.”

ŞERÊ GELAN DIKE

Welatiyê bi navê Hisên Xelîl ê ji heman gundî destnîşan kir ku dema DAIŞ li herêmê bû, dewleta Tirk gundên wan topbaran nedikir.

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê terorê nake, lê belê şerê gelê herêmê dike. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk naxwaze gel di nav aramî û ewlehiyê de bijî û hewl dide ku tevliheviyan li herêmê çêbike û şêniyan ji axên wan derxe da ku bi hêsanî dagir bike.

Xelîl di dawiyê de got: “Em topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê qebûl nakin. Em dixwazin aramî pêk were û di nava ewlehiyê de bin. Em ê li hember dijmin bisekinin û ji axa xwe dernakevin.”

Musa Mihemed El Begar ê ji gundê Um Edesê wiha got; “Çima dewleta Tirk me dike hedef? Em di nav ewlehî û aramiyê de dijî, dewleta Tirk çi ji me dixwaze?  Em nahêlin ku dewleta Tirk a dagirker axa me dagir bike.”

(dm)

ANHA