​​​​​​​Dara serî salê ya Hesekê hat xemilandin

Bi însiyatîfa Ciwanên Pêşverû yên Suryan, şêniyên bajarê Hesekê Dara serî salê bi çalakiyekê ji bo zarokan xemiland.

​​​​​​​Dara serî salê ya Hesekê hat xemilandin
​​​​​​​Dara serî salê ya Hesekê hat xemilandin
​​​​​​​Dara serî salê ya Hesekê hat xemilandin
​​​​​​​Dara serî salê ya Hesekê hat xemilandin
​​​​​​​Dara serî salê ya Hesekê hat xemilandin
​​​​​​​Dara serî salê ya Hesekê hat xemilandin
22 kanûn, 2022   19:54
HESEKÊ

Dara serî salê li qada El Suryan a taxa Nasira ya bajarê Hesekê, bi beşdariya bi dehan şêniyên bajêr û bi însiyatîfa Ciwanên Pêşverû yên Suryan hat xemilandin.

Di vê çarçoveyê de koma “Şîko Bîko” ya suryanî ji bo zarokan şanoyek û pêşbaziyek pêşkêş kirin û xelat li zarokan belav kirin.

Piştî xemilandina darê govend li ber stranên folklorî yên suryanî hatin gerandin.

(mh)

ANHA