​​​​​​​​​​​​​MSD`ê: Divê lêpirsîneke navneteweyî ya bêalî têkildarî sûcên dewleta Tirk dest pê bike

MSD`ê bi daxuyaniyekê kuştina parêzer Luqman Hemîd Henan li Efrîna dagirkirî bi destê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li eşkerekirina detayên bûyerê bi rêya lêpirsîneke navneteweyî ya bêalî kir.

​​​​​​​​​​​​​MSD`ê: Divê lêpirsîneke navneteweyî ya bêalî têkildarî sûcên dewleta Tirk dest pê bike
22 kanûn, 2022   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê kuştina parêzerekî li Efrîna dagirkirî ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir.

MSD`ê destnîşan kir ku berdewamiya dagirkeriya li ser bakurê Sûriyê, tê wateya berdewamiya tundiyê, terorê û sûcan. 

Di daxuyaniyê de MSD`ê diyar kir ku sûcê qetilkirina parêzer Luqman Hemîd Henan, berdewama rêzafilmê çewisandin û rijandina xwîna kurdên resen ên herêmê ye.

MSD`ê sûcê kuştina parêzer şermezar kir û bang li eşkerekirina detayên bûyerê bi rêya pêkanîna lêpirsîneke navneteweyî ya bêalî kir.

MSD`ê di dawiyê de bang li rêxistin, desteyên navneteweyî û komîteyên mafên mirovan kir ku erkên xwe yên mirovî bînin cih, destwerdanê bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku dagirkeriya li ser herêma Efrînê û hemû herêmên din ên Sûriyê bi dawî bike, vegereke ewle ji şêniyên wan herêman re peyda bike û yên zirar dîtine jî dabîn bike.

(şx)

ANHA