​​​​​​​HAT`ê li Tebqayê şaneyeke DAIŞ`ê girt

HAT`ê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê ku ji 7 kesan pêk tê girt.

​​​​​​​HAT`ê li Tebqayê şaneyeke DAIŞ`ê girt
22 kanûn, 2022   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û tê de got:

“Piştî şopandina ku ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî li ser tevgerên bi guman ên hejmareke xelkê gundewarê Tebqayê pêk hatiye, û hatiye piştrast kirin ku ew şane girêdayî DAIŞ'ê ye û hewl didan aramiya herêmê têk bibin, îro 22`yê Kanûnê hêzên taybet ên HAT'ê operasiyoneke taybet li dijî wan lidar xist û hemû çeteyên şaneyê yên ku hejmara wan 7 kes bûn li bajarokê El Siwêdiyê yê bakurê Tebqayê girtin. Opeasyonên me yên bi vî şêwazî li dijî van şaneyên ku dixwazin sûdê ji êrişên Tirkiyê bigirin û aramî û ewlehiya di hundir herêmên me de xera bikin dê berdewam bikin.”

ANHA