​​​​​​​Fîlmê `Ixuwet El Sîlah` li Qamişlo hate pêşandan

Îro di duyemîn roja çalakiyên “Rojên Qamişlo yên Çandî” de fîlma sînemayî “Xwişkên Çek” hat pêşandan.

​​​​​​​Fîlmê `Ixuwet El Sîlah` li Qamişlo hate pêşandan
22 kanûn, 2022   20:10
QAMIŞLO

Roja duyemîn a çalakiyên “Rojên Qamişlo yên Çandî” ku di Qelat Kafê ya Qamişlo de tên lidarxistin, bi beşdariya kesayetên rewşenbîrî, hunerî û civakî derbas bû.

Di bernameya roja duyemîn a çalakiyan de filmê cîhanî “Ixuwet El Sîlah” hate pêşandan. Fîlm li ser êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê û pêkanîna komkujiyan li dijî Êzîdiyan e.

Çîroka fîlmê li ser tabûreke şervanên enternasyonalîst e ku li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer dikin, qehremana fîlmê jî keçeke êzîdî bi navê Zara ye ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye revandin û piştre ew tê rizgarkirin û şer dide meşandin, fîlm ji derhêneriya Caroline Forest a fransî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiya “Rojên Qamişlo yên Çandî” ya ku Qelat Kafê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li dar xistiye, dê şevbuhêrkên helbest, çîrok, diyalog û fîlm bi zimanên Kurdî û Erebî werin pêşandan, ku dê 10 rojan dewam bike.

(mh)

ANHA