​​​​​​​Dozger xwest 15 sal ceza bidin parêzera Rêber Ocalan Newroz Uysal

Di doza Newroz Uysal de ku ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan e, dozger xwest 15 sal cezayê girtîgehê lê were birîn.

​​​​​​​Dozger xwest 15 sal ceza bidin parêzera Rêber Ocalan Newroz Uysal
21 kanûn, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de der heqê parêzera Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal de doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Uysal tev li rûniştinê nebû lê parêzerên wê Gulan Çagin Kalelî û Mehdî Ozdemîr amade bûn.

Dozgeriyê mutalaaya xwe dubare kir û diyar kir ku Uysal tev li çalakiyên KCD’ê bûye. Dozger bal kişand ser biryara erêkirina cezayê Aysel Tûglûk a Dadgeha Bilind û got ku di dema pêvajoya qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de parêzeran komên tespîtkirina mafan û Whatsappê ava kirine. Dozgeriyê îdia kir ku Uysal bi rêk û pêk tev li çalakiyên KCD’ê bûye û xwest ku bi sedema “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê were birîn. Her wiha dozgeriyê xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya li ser Uysal jî bidome.

Parêzeran jî ji bo bikarin li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, dem xwest. Parêzeran xwest tevdîra kontrola edlî ya miwekîla wan bê rakirin.

Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo dem qebûl kir, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî red kir û rûniştin taloqî 15’ê Adarê kir.