'Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li qadan bin′

Endamên Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi dirûşma "Ciwan fedaîyên rêber Apo ne" xwepêşandanek li dar xist û banga bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

'Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li qadan bin′
21 kanûn, 2022   11:50
KOBANÊ

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad a Kobanê ber bi gundê Elpelûr mala ku rêber Abdullah Ocalan dema hatiye Rojava tê de mabû, dest pê kir.

Li Elpelûrê xwepêşandan vegerî mîtîngê û li wir endama rêveber a Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Zên Ehmed daxuyaniyek xwend. Zên Ehmed got: "Rewşa tenduristî ya Rêbertî hîna nayê zanîn û armanc ji vê tecrîdê projeya me ya demokratîk têk bibin. Lê bila baş bizanin, ev proje projeya hemû pêkhateyan e, ne tenê projeya pêkhateyekê ye. Heta ku gelê herêmê xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derkeve hûn nikarin me têk bibin. Em li hember vê tecrîdê bê deng namînin, em ê her dem li qadan bin, bi israra xwe tecrîd bişikînin û rêberê xwe bi fîzîkî rizgar bikin."

Di dawiyê de jî hate gotin: "Xwesteka gelê li ser xaka Kurdistanê tê dikoşe, azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e."

Xwepêşandan bi dirûşman bi daw bû.

(fr)

ANHA