​​​​​​​Li Siwêdayê protesto didomin

Gelê Siwêdayê ji ber rewşa xirab a debarê protestoyên xwe didomîne û banga cezakirina gendelên hikumeta Şamê kir.

​​​​​​​Li Siwêdayê protesto didomin
21 kanûn, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), bi sedan şêniyên Siwêdayê rewşa debarê ya zehmet protesto kir û bang kir ku gendelên di hikumeta Şamê de werin cezakirin û diyar kir ku protesto dê heta pêkanîna xwestekên wan dewam bikin.

Welatiyan pankartên "Gendelên di saziyên dewletê de darizînin" hildan.

Bi sedan şêniyên parêzgeha Siwêdayê duşemê li qada El Sêr a li naverasta bajêr protesto kir û banga pêkanîna biryara 2254′an a NY’yê kir, her wiha dirûşmên "Ger gel birçî bû desthilat tê darizandin" û "Rizgarkirina civakê ji hişbirê" berz kirin.

Di 11′ê Kanûnê de welatî derketin qada El Sêr û rewşên li Siwêdayê û krîza sotemeniyê, debar, xizmetguzarî û ewlehîiyê protesto kiribû.

Di 4′ê Kanûnê de jî li Siwêdayê tevliheviyeke ewlehî û xwepêşandanên gel ên mezin ji ber hilweşîna rewşa aborî rû dabû. Di encama xwepêşandanan de di navbera xwepêşandêr û hêzên hikumeta Şamê de piştî xwepêşandêr ketin avahiya parêzgehê û erebeyên hikumetê şewitandin, şer derketibû û ciwanek hatibû qetilkirin û 7 kes jî birîndar bûbûn.

(fr)