PANORAMA 2022-2

PANORAMA 2022-2
21 kanûn, 2022   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2022ʹyan de gelek bûyerên girîng li Sûriyê rû dan. Li başûr tevgera gel û tevliheviyeke mezin, li bakur jî di navbera komên çete de şer rû da. Li gel wê jî hewldanên Rûsyayê yên lihevanîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker hebûn. Her wiha li herêmên hikumeta Şamê aloziya aborî xirabtir bû.

Saleke din di ser aloziya Sûriyê re derbas bû bêyî ku tu pêşketinên ewlehiyê yan aborî yan jî siyasî pêk werin. Êriş, ambargo û rewşa tevlihev a ewlehiyê dewam dikin û qada aborî her ku diçe hildiweşe.

LI BAŞÛR ALOZÎ, LI BAKUR ŞER Û ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ

Têkildarî rewşa meydanî û leşkerî, li “herêmên bêçek" anku gundewarên Idlib, Heleb, Hema û Lazqiyê şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dewam dike.

LI DERAYÊ PIŞTÎ ‘ÇARESERIYAN’ ALOZÎ, ŞER Û DERKETINA DAIŞ’Ê

Sala derbasûyî li başûrê Sûriyê bûyerên girîng qewimîn. Bi taybet li Derayê hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê ku di ferzkirina serweriya xwe de bi bin ket, "çareserî" der barê parêzgehê de pêk anîn. Çareseriya ku hikumeta Şamê behsa wê dike, herêm veguherand qada tevliheviyê û rê li ber çeteyên DAIŞʹê vekir da ku derbasî herêmê bibin.

Sala derbasbûyî gelek bûyerên tevlihevî, êriş, qetilkirin û revandinê li Derayê rû dan. Ji wan:

22ʹyê Tîrmehê hikumeta Şamê bi ser bajarokê Yadûdê yê li rojavayê Derayê de girt.

16ʹê Tebaxê hêzên hikumeta Şamê derbasî bajarê Tefes bûn.

31ʹê Tîrmehê hêzên leşkerî yên hikumeta Şamê li derdora bajarê Casim ê gundewarê Derayê belav bûn.

18ʹê Îlonê li bajarê Dail ê gundewarê Derayê kesên nenas fermandarekî "Ewlehiya Leşkerî" ya hikumeta Şamê gulebaran kir û kuşt.

3ʹyê Cotmehê dewriyeya hevbeş a hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê ya ku di navbera bajarokên Elma û Sûra yên li rojhilatê Derayê re derbas dibûn, bi mayinekî hat hedefgirtin.

12ʹê Mijdarê çekdarên nenas şaredarê bajarokê Elema gulebaran kir û kuşt.

14ʹê Mijdarê li herêma Hemadîn a taxa Terîq El Sed "Rêya Bendavê" bi rêya erebeyeke bomekirî teqîneke mezin pêk hat. Hat ragihandin ku komên nêzî DAIŞʹê li pey vê bûyerê ne.

30ʹê Mijdarê, artêşa Amerîkayê ragihand ku şefê DAIŞ’ê beriya meh û nîvekê li parêzgeha Derayê hatiye kuştin.

LI SIWÊDAYÊ TEVLIHEVÎ Û SERHILDAN

Rewşa li parêzgeha Siwêdayê jî bi xurtî di rojevê de bû. Li parêzgehê di navbera komên xwecih ên muxalefetê û komên ku destekê ji hikumeta Şamê digirin de pevçûn qewimîn. Her wiha xwepêşandanên gel û hewldanên hikumeta Şamê yên dubarekirina senaryoya "çareseriyan" hebûn.

Ji ber biryara hikumeta Şamê ya rakirina destekê li ser bi hezaran malbatan, 3ʹyê Sibatê xwepêşandanan dest pê kir.

11ʹê Sibatê li ber qeymeqamtiya Eyn El Zeman a li bajarê Siwêdayê xwepêşandaneke mezin hat lidarxistin.

18ʹê Sibatê jî bi beşdarbûna bi dehan kesî xwepêşandan li ber gora Sultan Paşa El Etreş ya li bajarokê Qerya yê li başûrê Siwêdayê hat lidarxistin.

26ʹê Tîrmehê komên xwecih bi serkêşiya Tevgera Rîcal El Kerama dest danî ser baregeha dawîn a komên çekdar ên girêdayî îstîxbarata leşkerî ya bi serokatiya Racî Felhût.

4ʹê Kanûnê ji ber nebaşbûna rewşa debarê û hilweşîna qada aborî xelkên Siwêdayê li navenda bajar xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran êrişî avahiya parêzgariyê kir.

REWŞA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Li qadeke din a Sûriyê, encamên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derketin holê. Li herêmên dagirkirî şerên giran û dubare di navbera komên çete de rû dan. Her wiha ev herêm ji serçeteyên DAIŞʹê re bibûn spartgehên ewle.

3ʹyê Sibatê, hêzên Amerîkayê bi hevkariya QSDʹê bi operasyonekê şêfê DAIŞʹê Ebû Îbrahîm El Qureşî li herêma Idlibê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kuşt.

3ʹyê Gulanê serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan destpêkirina projeya "vegera ewle ya penaberan" li 13 deverên dagirkirî yên bakurê rojavayê Sûriyê ragihand.

16ʹê Hezîranê berpirsên Amerîkayê ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî bi operasyoneke hewayî serçeteyê DAIŞ’ê Hanî Ehmed El Kurd “waliyê berê yê Reqayê” li Cerablusa dagirkirî girt.

18ʹê Hezîranê di navbera çeteyên ‘Cebha El Şamiya’ û ‘Ceyş El Îslam’ li aliyekî û çeteyên ‘Ehrar El Şam’ li aliyekî din, şer derket. Çeteyên ‘Tehrîr El Şam’ destek da çeteyên Ehrar El Şam û piştre Efrîn kontrol kir.

28ʹê Hezîranê, artêşa Amerîkayê ragihand ku bi operasyoneke hewayî berpirsê mezin ê koma cîhadîst a tundraw a nêzî El Qaîdeyê ‘Ebû Hemze El Yemenî’ li gundewarên Idlibê kir hedef.

12ʹê Tîrmehê Pentagonê ragihand ku wê şêfê çeteyên DAIŞʹê yê li Sûriyê ‘Mahîr El Igal’ di êrişeke bi balafireke bêmirov de li bajarokê Cindirêsê yê dagirkirî kuşt.

ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ

Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê dewam kirin û herêmên berava Sûriyê û derdora baregehên Rûsyayê dan ber xwe. Ev êriş yên herî wêranker bûn.

9ʹê Sibatê artêşa Israîlê baregeheke leşkerî li derdora Şamê kir hedef, di encamê de leşkerek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

24ʹê Nîsanê di derbeyên Îsraîlê yên li derdora Şamê de 4 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

10ʹê Hezîranê Îsraîlê Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî kir hedef, di encamê de ziyaneke mezin gihaşt balafirehê û rêwîtiya bi rêya balafirgehê hat rawestandin.

22ʹyê Tîrmehê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li ser derdora Şamê de 3 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

15ʹê Tebaxê hikumeta Şamê ragihand ku di 2 êrişên li pey hev ên Îsraîlê yên li ser Tertûs û Şamê de 3 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn. Lê îstîxbarat û çavkaniyên leşkerî ragihandin ku Îsraîlê nuqteyên Îranê yên nêzî baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên nêzî Deryaya Spî kirin hedef.

24ʹê Cotmehê Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku li derdora Şamê êrişên hewayî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kirin.

CAREKE DIN CIVÎNÊN NAVTEWEYÎ TÊK DIÇIN; ÇAV LI LIHEVKIRINA ŞAM Û ENQEREYÊ YE

Di aliyê siyasî de, têkildarî civînên navneteweyî yên der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de saleke din wekî rutînekê derbas bû. Girêdayî mijara hewldanên normalîzekirina têkiliyên hikumeta Şamê û dewletên ereban tu pêşketinên mezin çênebûn, lê pêşketinên girîng der barê têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de hebûn.

18ʹê Adarê Beşar El Esed serdana Îmaratê kir. Ji dema şerê li Sûriyê dest pê kir ve an ku ji 2011ʹan ve, ev serdana yekemîn e El Esed bo welatekî Ereb e.

25ʹê Adarê tûra 7ʹan civîna ‘Komîteya Destûrî ya Sûriyê’ li bajarê Cinêv ê Swîsreyê bê encam û bê lihevkirin bi dawî bû. Beşdarên civînê têkildarî bendên girêdayê "sembolên dewletê û nasnameya wê" nîqaş kirin ku mijara erebkirina welat li ser hesabê pêkhateyên din disepîne.

3ʹyê Hezîranê tûra 8ʹan a Komîteya Destûrî ya Sûriyê li Cinêvê bê encam bi dawî bû.

16ʹê Hezîranê civînên ‘Astana 18’ yên der barê Sûriyê de li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan bi dawî bûn, ji bilî dijbertiya projeya Rêveberiya Xweser tu lihevkirin li ser "Komîteya Destûrî" çênebû.

19ʹê Tîrmehê li ser asta serokkomarên Îran, Rûsya û Tirkiyê civîneke li paytexta Îran Tehranê li dar ket, berjewendiyên hersê aliyan ên li Sûriyê mijara sereke  ya civînê bû.

6ʹê Tebaxê li bajarê Soçî yê Rûsyayê civîna serokkomarê Rûsya Vladîmîr Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi dawî bû. Erdogan ragihand ku hempîşeyê wî yê Rûsyayê di civînê de çareserkirina aloziya Sûriyê bi hevkariya hikumeta Şamê pêşniyar kir.

12ʹê Tebaxê wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Çawûşoglu got "Divê rejîm û opozîsyona Sûriyê lihev bên, ne wisa be wê aştiyeke mayînek çênebe."

16ʹê Îlonê rojnameya Hurriyet a Tirkiyê ragihand ku Erdogan di civîna AKPʹê de gotiye eger Beşar El Esed beşdarî lûtkeya Şanghayê bibe, ew dixwaze pê re rûnê.

Piştî derdora 10 salan ji qutbûnê, 19ʹê Cotmehê Beşar El Esed pêşwaziya şandeyeke Tevgera Hemasê kir.

23ʹyê Mijdarê tûra 19ʹan a civînên Astanayê bêyî encam bi dawî bû, tenê dijbertiya li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket holê.

LI HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ ALOZIYA ABORÎ Û DEBARÊ

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de hilweşîna qada aborî û debarê didomîne û li hemberî biryarên hikumetê yên ku alozoiyê kûrtir didin, bertekên gel derdikevin.

6ʹê Tebaxê, Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê du biryar dan ku li gorî wan, nirxê benzene ji sedî 130 bilind kir û parên wê kêm kir. Ji destpêka salê ve hikumetê 3 caran nirxê sotemeniyê bilind kir.

Destpêka Cotmehê nirxê dolar 5 hezar lîreyên Sûriyê derbas kir.

Destpêka Kanûnê ji ber tunebûna sotemeniyê, piraniya herêmên hikumeta Şamê derbasî rewşeke pûç û hilweşîneke mezin a aborî û derbarê bû. Li hemberî vê rewşê xwepêşandan li Siwêdayê li dar ketin û li gundewarên Şam û Himsê belav bûn.

Ji ber krîza sotmeniyê hikumeta Şamê 5ʹê Kanûnê 11 heta 18ʹê Kanûnê betlane ragihand.

10ʹê Kanûnê nirxê lîreyê Sûriyê bi awayekî mezin hilweşiya û li hember her doldarekî 6 hezar derbas kir.

(bb)

ANHA