​​​​​​​Civîna salane ya jinên Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dawî bû

Jinên Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dirûşma “Em jinên Dêrazorê, me li ber xwe da, em bûn yek, me xwe bi rêxistin kir” civîna xwe ya salane li dar xist û xebatên xwe yên îsal pêşkêş kirin. ji bo pêşkêşkirina xebatên sala 2022’an hat lidarxistin.

​​​​​​​Civîna salane ya jinên Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dawî bû
20 kanûn, 2022   17:02
DÊRAZOR

Di civînê de nûnerên jinan ên meclisên sivîl, herêmî û leşkerî, nûnerên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya û partiyên siyasî yên Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de sînevîzyonek li ser xebatên jinan ên îsal hat pêşandan, piştre rapora siyasî ji aliyê hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê Duha El Salih ve hat xwendin. Di raporê de geşedanên siyasî yên cîhanê û bandora wan li ser herêmê hatin nirxandin.

/ar/uploads/files/2022/12/20/153658_whatsapp-image-2022-12-20-at-5.44.29-pm.webp

Di raporê de ev tişt hate gotin: “Bûyerên ku Rêveberiya Xweser bi giştî di çend mehên borî de tê re derbas dibe xuya dikin ku hin alî hene hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin. Hevkariya Rûsyayê bi êrişên dewleta Tirk ên hovane li dijî herêmên Rêveberiya Xweser çi li dijî Kobanê, bakurê Hesekê li Til Temir û Eyn Îsayê eşkere ye.

Di aliyê ewlekarî de li Dêrazorê ajanên ku bi dewletên dijmin, Rûsya, hikûmeta Şamê û Îranê re bi navê DAIŞ’ê dixebitin hene û hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin. Bombebaran û topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê li dijî Kurdan in, lê belê hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê hedef digire."

Her wiha di raporê de behsa aliyê rêxistinî li Dêrazorê hate kirin, di 5 salên borî de jinan bê navber xebat domand. Sala 2022’yan jî bû saleke geşbîn bû. Ruxmî hemû astengiyan ji gelek aliyan ve ew mîna destkeftiyên mezin bû.

Piştî xwendina raporê deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin û xebatên jinan ên di komîteyên cuda yên Meclisa Sivîl a Dêrazorê de hatin nirxandin û nîqaşkirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû:

Bidawîkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku ew pêşketina jinan asteng dikin.

Banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Vekirina saziyên sivîl ku tê de jin cihên xwe bigirin û kar bikin.

Vekirina projeyên pêşxistinî ji bo xurtkirina aboriya jinan.

(mh)

 ANHA