​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne

Kargeha Roşina ya xwê rojane 25 ton xwê hildiberîne û dide firne û aşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne
​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne
​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne
​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne
​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne
​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne
​​​​​​​Kargeha Roşina rojane 25 ton xwê hildiberîne
21 kanûn, 2022   01:44
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM

Destpêka meha Tîrmeha 2022ʹyan, kargeha Roşina ya xwê li bajarê Hesekê hat vekirin. Kargeha Roşina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn kargeh xwê ye.

Kargeh, xwêya xam ji navçeya Şedadê ya kantona Hesekê û herêmên Dêrazorê werdigire û rojane 25 tonan hildiberîne.

Gundê Reşîdiyê yê Şedadê wek jêdera xwê tê naskirin ku di havînê de tê derxistin.

Ji rêveberên kargeha Roşina Şêrewan Seydo Mihemed got beriya ku xwêya xam ji Şedadê û Dêrazorê were, di gelek qonaxan re derbas dibe da ku cureya baş jê were veqetandin.

Şêrewan Seydo Mihemed anî ziman ku li kargehê xwê tê şûştin, piştre tê ziwakirin û hûrkirin û di dawiyê de dixin tûran.

Kargeha Roşina derfetên kar ji 20 kesî re peyda dike û xwê dide firne û aşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Her wiha Şêrewan Seydo Mihemed got ew plan dikin ku hilberandina xwê zêdetir bikin.

(bb)

ANHA