​​​​​​​Bafil Talebanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û endamên rêveber ên PYD`ê civiya.

​​​​​​​Bafil Talebanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
20 kanûn, 2022   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û di yekem hevdîtina xwe de li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî civiya.

Hat gotin ku Talebanî di civînê de gotiye wek YNK ew ji bo pirsgirêkên li Rojava û Sûriyê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin amade ne. Her wiha hat gotin ku Talebanî gotiye: “Em dê hemû hewl bidin da ku giftûgo bikin bingehê çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina rewşa ku niha derketiye pêş.”

Her wiha hat diyarkirin ku Berpirsê Giştî yê Hêza Dijterorê Wehab Helebceyî jî di civînê de amade bûye. Rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û pêşhatên siyasî yên girêdayî pirsgirêka Kurd giftûgo kirine. Her wiha îşaret bi çareserkirina pirsgirêkan a birêyên aştiyane û hemahengiya leşkerî ya li dijî terorê hatiye kirin.

Hat gotin ku Talebanî li Rojavayê Kurdistanê ye tê payîn ku çend hevdîtinek siyasî û leşkerî li gel berpirsên Rêveberiya Xweser pêk bîne.