​​​​​​​Jinên Ereb û Çerkes: Tecrîda li ser rêber Ocalan doza me ye

Jinên pêkhateyên Ereb û Çerkes tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û helwesta CPT′yê şermezar kirin û got "Heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk tê, têkoşîna me dê dewam bike."

​​​​​​​Jinên Ereb û Çerkes: Tecrîda li ser rêber Ocalan doza me ye
21 kanûn, 2022   00:51
REQA - ELA EL ELÎ

Dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî ferz kiriye, nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin, bi vê yekê hemû qanûn û peymanên naneteweyî binpê kirin.

Di 29`ê Mijdara 2022`yan de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li gorî agahiyên bi dest wê ketine da zanîn ku CPT′yê di Îlona 2022′yan de serdana Îmraliyê kir, lê li gorî îdiayên wê rêber Abdullah Ocalan beşdarî civînê nebû. Buroyê metirsiyên xwe li ser rewşa rêber Ocalan anîn ziman.

‘TECRÎDA LI DIJÎ RÊBERTÎ DOZA ME HEMÛYAN’

Ji ber tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrs e û ev yek şermezar kir. Her wiha endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Buşra El Ehmed diyar kir ku tecîrda li dijî rêber Ocalan doza hemû pêkhate û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ne tenê girêdayî pêkhateya Kurd e û wiha got: "Em jinên pêkhateya Ereb li Reqayê, eşkere dikin doza tecrîdê doza her kesî ye."

Buşra destnîşan kir  ku dewleta Tirk a faşîst  bi rêya tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan dixwaze fikir, felsefe û projeya neteweya  demokratîk ji holê rake.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Reqayê Rîm Idrîs jî bang kir ku tecrîda li dijî rêber Ocalan tavilê bê rakirin û wiha got: "Sûcên li dijî rêber Ocalan tu têkiliya xwe bi mirovahiyê re nîn in.”

Rîm diyar kir ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan komployeke mezin e û li gorî siyaset û berjewendiyên cîhanê hatiye kirin û ne ji bo rejîmek an jî neteweyeke taybet e, lê belê ew siyasetên krîmînalîzekirinê ne ku li dijî hemû gelên azadîxwaz e.

Di heman demê de endama Desteya Rêveber a Meclisa Sivîl ya Reqayê Şeze El Mihemed wiha got: "Em ê li hember tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bê deng nemînin, em ê çalakiyên xwe bidomînin û heta  daxwazên me pêk bên, em dev ji banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî bernadin."

Şeze rexneyên tûj li CPT′yê girtin û bang lê kir ku naveroka serdanê eşkere bike û yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike.

`JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ DIVÊ TÊKOŞÎN WERE BILINDKIRIN`

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a  Zenûbiya ya Minbicê Sena Receb jî wiha got: "Tecrîda tund a li dijî rêber Abdullah Ocalan ji ber tirsa fikir û felsefeya rêber Ocalan ên li dijî têkoşînê û bnga azadiya gelan belav bibe."

Senayê bal kişand ser bandora fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan li ser gelên herêmê û wiha domand: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan me azadî çêj kir, bi taybet piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û avakirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nûnertiya projeya neteweya demokratîk a rêber Ocalan."

Senayê di dawiyê de wiha got: "Em jinên pêkhateya Çerkez, dengê xwe tev li dengên jinên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin. Ji ber li gel rêbertî kilîtên çareserkirina pirsgirkên li Rojhilata Navîn hene û rêbertî ji bo serkeftina doza rizgarkirian jinê û bidestxistina mafên xwe yên bingehîn tê dikoşe. Em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn û berxwedanê bilind bikin."

(fr)

ANHA