Xwendekarên Efrînê dorpêç şermezar kir

Xwendarkên ji Efrîn û Şehbayê dorpêça hikumeta Şamê û bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hemberê dorpêçê şermezar kirin û gotin, “Bi dorpêçê naxwazin ku şoreşa zimanê kurdî bigihêje armancên mezin ên mîsogerkirina pêşerojeke azad û bi rûmet a gelê Kurd."

Xwendekarên Efrînê dorpêç şermezar kir
20 kanûn, 2022   13:29
ŞEHBA

Ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê daniye ser herêma Şehbayê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê neçar ma ku dewama dibistanan rawestîne.

Xwendekarên herêma Efrînê li gundê Maratê yê navçeya Ehdas û gundê Til Şeyîr ê navçeya Fafînê têkildarî mijarê daxuyanî dan.

Daxuyanî li pêşiya dibistanên her du gundan ji aliyê xwendekaran ve hatin xwendin.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku li herêma Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê bi hezaran xwendekar ji xwendina xwe bê par mane û hat destnîşankirin ku dorpêç binpêkirina mafên mirovan e û eger berdewam bike dê bibe sedema karesatên mirovî.

Bal li ser êrişên dewleta Tirk ên dijî herêmê jî hat kişandin ku di encamê de zirar digihêje dibistan û navendên perwerdeyê. Her wiha îşaret bi Komkujiya Til Rifetê hat kirin ku di encamê de hejmarek zarok şehîd bibûn û hat gotin ku ev yek dihêle ku xwendekar û zarok di rewşek xirab de bijîn.

Hat diyarkirin ku ji ber rawestandina perwerdeya li dibistan û peymangehan pêşeroja bi hezaran xwendekaran xistiye xetereyê û hikumeta Şamê armanc dike ku xwendekarên Efrînê dûrî fêrbûna bi zimanê dayikê bike û naxwaze ku şoreşa zimanê kurdî bigihêje armancên mezin ên mîsogerkirina pêşerojeke azad û bi rûmet a gelê Kurd.

Xwendekaran di dawiya daxuyaniyê de de dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê û bêdengiya rêxistinên navneteweyî û yên mafên zarokan û mafên mirovan li hember vê rewşê şermezar kirin û bang li hemû li aliyên têkildar kirin ku xwedî li zagonên xwe derkevin û zextê li hikumeta Sûriyê Şamê da ku dawî li dorpêçê bîne.

(zş)

ANHA