Serokwezîrê Iraqê: Em qebûl nakin ti welatek dest li kar û barên me werde

Serokwezîrê Iraqê di Lûtkeya “Bexsda 2” de axivî û diyar kir ku ji ber kêmbûna avê gef li ser welatê wan heye û got. “Em qebûl nakin ti welatek dest li kar û barên me yên hundirîn werde yan jî destdirêjî erdê me bike.”

Serokwezîrê Iraqê: Em qebûl nakin ti welatek dest li kar û barên me werde
20 kanûn, 2022   13:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Urdin Emanê Lûtkeya “Bexda 2” ya têkildarî rewşa ewlehiya Iraqê, bi tevlîbûna serokkomarê Fransayê û gelek serokên welatên Rojhilata Navîn dest pê kir.

Di lûtkeyê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axivî û got: “Em hêvîdar in ku ev lûtke encamên baş bi xwe re bîne û hêviyên me yên mezin jê heye. Em daxwazê ji welatan dikin ku ji bo vegerandina pereyên Iraqê alîkariya me bikin.”

Sûdanî der barê kêmkirina ava Iraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve jî got, “Ji ber kêmaniya avê em di jêr gefek mezin de ne. Pirsgirêka me ya avê li gel Tirkiyeyê heye. Daxwaz ji Tirkiyeyê dikin ku para Iraqê ya avê berde.”

Sûdanî têkildarî binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk û dewleta Îranê ve jî helwesta xwe nîşan da û wiha axivî, “Em naxwazin ti welatek sînorê welatekî din binpê bike. Her wiha qebûl nakîn ti welatek gefan li welatê me bike.”

Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron jî axivî, di beşek ya axaftina xwe de îşaret bi binpêkirin û destwerdanên li ser serweriya Iraqê kir û got, “Sûdanî ji me re got ku Iraq çi ji me divê û çareseriya ji bo Iraqê jî li ba me heye. Em destwerdana her welatek li ser Iraqê red dikin. Ji ber di encama destwerdanan de welatiyên bê guneh dibin qurbanî. Divê em ji bo parastina serweriya Iraqê alîkar bîn. Em dixwazin di vê lûtkeyê de bigihin biryar û encamek baş.”

(cx)