​​​​​​​ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 21-12-2022

​​​​​​​ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 21-12-2022
20 kanûn, 2022   23:00

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya 17 saziyên civaka sivîl daxuyaniya dawî ya hemleya komkirina îmzeyan ji bo rawestandina êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY’ê bide, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe. Xwepêşandan ji Çarxerêya Sonî ya Qamişlo saet di 10:30`an de dest pê dike. (Bi wêne û dîmen)

Pirtûkxaneya Kelehê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li navenda pirtûkxaneyl çalakiya “Rojên Qamişlo yên Rewşenbîrî” li dar dixe ku tê de dê şevbuhêrkên muzîkî, helbest û fîlmên sînemayî werin pêşkêşkirin, saet di 06:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Parastina Mezêxer ya Rêveberiya Xweser civîneke fireh bi Şubeya Zemhêrê re, ji bo şîrovekirina qanûn û mekanîzmeya meşandina kar û xebatên li gorî wê, li avahiya şubayê ya li Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li navenda rêveberiyê li dar dixe, saet di 10:00’an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên pêkhateyên Ereb û Çerkes tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û helwesta CPT′yê şermezar kirin û got "Heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk tê, têkoşîna me dê dewam bike."

Kargeha Roşina ya xwê rojane 25 ton xwê hildiberîne û dide firne û aşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Fatme Ebdurehman ji çend rojan ve li bendê ye ku derman bigihêjin wê da ku bide hevjînê xwe. Hevjînê wê nexweş e, li Nexweşxaneya Avrîn e lê ji ber dorpêça Firqeya 4′an nikarin tedawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê dorpêça li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla  hikumeta Şamê ve şermezar kir û got ew piştgiriya şêniyên li wir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di sala 2022ʹyan de gelek bûyerên girîng li Sûriyê rû dan. Li başûr tevgera gel û tevliheviyeke mezin, li bakur jî di navbera komên çete de şer rû da. Li gel wê jî hewldanên Rûsyayê yên lihevanîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker hebûn. Her wiha li herêmên hikumeta Şamê aloziya aborî xirabtir bû.