Dewleta Tirk rojhilat û rojavayê Kobanê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gelek gund li rojhilat û rojavayê Kobanê bi obîsan topbaran dike.

Dewleta Tirk rojhilat û rojavayê Kobanê topbaran dike
20 kanûn, 2022   20:19
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker gundên Cêşan, Koran, Carxilî, Ziyaret, Seftik ên rojhilatê Kobanê bi obîsan û gundên Zormixar, Şiyûx Jorîn ên rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Lê agahiyên dîtir der barê topbaranê de nehat bidestxistin.

ANHA