′Qutkirina pêdiviyên tibî li ser nexweşan nîşaneya karesateke mirovî ye′

Kadroyên tenduristiyê yên herêma Efrînê dorpêça li ser Kantona Şehbayê û bêdengiya li hember wê şermezar kir û soza domandina berxwedanê da.

′Qutkirina pêdiviyên tibî li ser nexweşan nîşaneya karesateke mirovî ye′
20 kanûn, 2022   15:31
ŞEHBA

Bi dehan kadroyên tenduristiyê yên herêma Efrînê yên li Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê bi daxuyaniyekê dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve li dijî kantona Şehbayê şermezar kir.

Endamê Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Talet Welo bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji nêzî 5 salan ve piştî dagirkirina Efrînê, şêniyên wê yên ku koçberê Kantona Şehbayê bûne zehmetiyan dikişînin, nexasim di aliyê dorpêçkirina wan û rêgirtina li ber derbaskirina derman û pêdiviyên nexweşxaneyan û sotemeniyê de.

Lê belê di 2 mehên borî de ev dorpêç girantir bû û rewşa koçberan xerabtir bû. Di encamê de rê li pêş madeyên bingehîn, sotemenî, dermanên pêdiviyên tibî hatin girtin. Bi wê re nîşaneya encamên karesateke mirovî dide, bi taybet li gel seqema zivistanê û di kampan de. Ji ber bi dewama dorpêçê re xeteriya sekinandina nexweşxaneyan û saziyên tenduristî hene. Rumxî ku di dirêjahiya salên borî de saziyên tibî bê pere xizmtî hemû welatiyan dikir, çi koçber çi jî niştecih bin.

Bê guman, di encama qutkirina derman û sotemeniyê bi taybetî de, dê rewşa nexweşan nexasim ên ku rewşa wan giran e gelekî xerabtir bibe.

Ev dorpêça li ser koçberan û qedexekirina derbaskirina madeyên sereke bi taybetî derman ne li gor pîvan û qanûnên exlaqî û mirovî ne.

Em bêdengiya civata navneteweyî û aliyên têkildarî rewşa Sûriyê re, her wiha rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li hember van kiryaran bi tundî şermezar dikin."

(mh)

ANHA