​​​​​​​Li Reqayê PYD′ê paneleke diyalogê li dar xist

Bi diruşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî û felsefeya neteweya demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" PYD′ê li navenda çandê ya Reqayê paneleke diyalogê li dar xist.

​​​​​​​Li Reqayê PYD′ê paneleke diyalogê li dar xist
20 kanûn, 2022   15:04
REQA

Di panelê de nûnerên ji partiyên siyasî, gelek rewşenbîr, hiqûqnasên Reqa, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û oldar amade bûn.

Di panelê de endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Balî wiha got: "Dewleta Tirk dijminatiya her kurdekî/ê dike, pirsgirêka dewleta Tirk krîza siyasî ye û nikare çareyan bibîne. Fikrê rêber Ocalan li ser Tirkiyê xwedî bandor bû, ji ber wê dewleta Tirk bi tawana ew fikir li dijî ewlehiya wê ya neteweyî ye û rêber Ocalan li ser wê xeteriyek e dijminatiyê dike."

/ar/uploads/files/2022/12/20/144133_ndwh-hwaryh-lhzb-alathad-aldymqraty-pyd-fy-alrqh-28129.webp

Li ser şerê gel ê şoreşgerî Balî wiha domand: "Em dikarin li hemberê wê bisekinin û vîna gelan nayê têkbirin. Divê gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şerê gel ê şoreşger li dijî dewleta Tirk a dagirker hevgirtî be."

Balî di dawiyê de wiha got: "Divê hêzên leşkerî û gelê ji bo çi êrişeke li dijî ewlehî û îstîqrara li herêmê hevgirtî be."

Dûre beşdaran axivî, her wiha endamê rêveber ê HPC′ê Elî El Ewas axivî û got fikrê rêber Ocalan û metoda neteweya demokratîk ji bo zanabûn di nava gelan de belav bibe û divê HPC′ê vê fikrê li tevahî eniyan belav bike.

Serokê Desteya Kar û Barên Olî ya Reqayê Îsa Uwês wiha got: "Em gelekî di demokrasiyê de dijînin û gav bi paş ve naavêjin."

Panel bi bersivdana pirsên beşdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA