Berdevkê Artêşa Iraqê: Em êrişên Tirkiyê û Îranê qebûl nakin

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul diyarkir ku ew êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser serweriya xaka Iraqê qebûl nakin.

Berdevkê Artêşa Iraqê: Em êrişên Tirkiyê û Îranê qebûl nakin
19 kanûn, 2022   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Iraqê Yehya Resûl derbarê êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser serweriya xaka Iraqê, ji Rojnews re axivî.

Yehya Resul destpêkê dest nîşank ir ku ew êriş û binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê yên li ser serweriya xaka Iraqê qebûl nakin.

Yeha Resul di dewama axaftina xwe de ragihand k niha Wezareta Karê Hindir ya Iraqê, ji bo parastina xeta sifir ya sînorên Iraq ya bi Tirkiye û Îranê re, dest bi tedbîrên pêwîst kiriye.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul di dawiya axaftina xwe de behsa êriş, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraqê jî kir; “Emê weke Artêşa Iraq û Fermandariya Operasyonên Hevbeş, operasyonên xwe yên dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam bikin.”