​​​​​​​Li Kobanê nexweşxaneyeke nû tê avakirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ragihand ku li Kobanê dest bi avakirina nexweşxaneyeke giştî kiriye.

​​​​​​​Li Kobanê nexweşxaneyeke nû tê avakirin
19 kanûn, 2022   09:42
KOBANÊ

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dest bi xebatên avakirina nexweşxaneyeke giştî li Kobanê kiriye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ehmed Mehmûd diyar kir ku xebatên avakirina nexweşxaneyê dê di nava sal û nîvekê de bi dawî bibin.

Mehmûd anî ziman ku dê di nexweşxaneyê de hemû beşên giştî û 180 text hebin.

Nexweşxane dê li başûrê bajarê Kobanê li ser rêya Helebê were avakirin û qada wê 11 hezar metreçargoşe ye. Li gorî planê, nexweşxane dê ji 5 qatan û jêrzemînekê pêk were.

Desteyê diyar kir ku lêçûna vê projeyê 3 milyon dolar anku 18 milyar û 600 milyon lîreyê Sûriyê ye.

ANHA