​​​​​​​Nêzî 100 malbat vedigerin Şengalê

Nêzî 100 malbatên li wargeha Serdeşt a Çiyayê Şengalê xwe amade kirin ku li malên xwe yên li Til Izêr vegerin. Vegera ji wargeha Serdeştê dest pê kir.

​​​​​​​Nêzî 100 malbat vedigerin Şengalê
19 kanûn, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Şengalê pêl bi pêl li warê xwe vedigere. Piştî xizmetguzariyên ji bo navçeya Til Izêr temam bûn, ewlekariya herêmê ket bin kontrola hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê de, êdî vegera koçberan ya ji bo Til Izêr roj bi roj zêde bû. Di nava du salên dawî de nêzî 500 malbat vegeriyan Til Izêr a Şengalê.

Di vê çarçoveyê de, îro bi dehan malbat ji wargeha Serdeşt a li Çiyayê Şengalê xwe amade kirin û berê xwe dan Til Izêr.

Rêveberê navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê ji ajansa Rojnews re axivî û da zanîn ku, bi hevkariya hin saziyên mirovî û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, îro 89 malbat vedigerin ser cih û warên xwe yên li Til Izêr.

Xwedêda Çûkê bang kir ku Êzidiyên di nav wargehên Başûrê Kurdistanê de vegerin ser warê bav û kalên xwe. Xwedêda Çûkê got, ev tenê ne çareserî ye, divê ji bo vegera Êzidiyên di wargehên Başûr de, tişta tê xwestin were kirin.