​​​​​​​Bi dehan malbat ji Şamê koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bûn

Bi pêşketina rewşa civakî, aborî û ewlehî ya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi dehan malbatên sûrî ji herêmên hikumeta Şamê ber bi yên Rêveberiya Xweser ve koçber dibin.

​​​​​​​Bi dehan malbat ji Şamê koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bûn
19 kanûn, 2022   01:37
KOBANÊ

Piştî 11 salan ji şerê li Sûriyê, kirîzên civakî û aborî yên li welêt nexasim li herêmên hikûmeta Şamê kûrtir bûn û roj bi roj kûrtir dibin.

Di encama van kirîzên li herêmên hikûmeta Şamê de, tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî, hin malbat neçar man ku ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve koçber bibin, ji ber ku rewşa li wir li gor a li herêmên hikûmeta Şamê baştir e.

’85 MALBAT JI ŞAMÊ KOÇBERÎ MINBIC Û KOBANÊ BÛN’

Welatiyê bi navê F.X. ajokarê otobusa li ser rêya Şam-Minbicê ku ji ber tirsa girtinê nexwest navê xwe eşkere bike, got: “Di vê meha Kanûnê de nêzî 85 malbat ji Şamê koçberî Minbic û Kobanê bûn.”

F.X. wiha domand: “Min bi gelek ajokarên din re têkilî kirin, wan jî da zanîn ku bi dehan malbat ji herêmên hundirîn ber bi bajarên Herêma Cizîrê ve koçber bûn, ev cara yekemîn e ku em koçberiyeke wiha dibînin. Ew berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser ji ber ku rewşa li wir baştir e.”

Welatiya bi navê Ş.M. jî ya ku ji bajarokê Xirbet El Werd ê başûrê Şamê koçberî Kobanê bûye ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Rewş êdî nayê tehemûlkirin, ez dayika 3 zarokan im, ê herî biçûk jî 8 mehî ye.”

Ş.M. wiha domand: “Em kareseteke rastîn dijîn, em nizanin kengî derkevin kolanan û di nav çopê de li xwarinê bigerin. Ev rewşa piraniya malbatan e, dema tu li kolanan digerî tu dibînî jin û mêr di nav çopan de li xwarinê digerin. Ez bawer im ku ev sala herî zehmet e di ser sûriyan re derbas dibe. Ji bo xwarinê rojane pêwîstiya malbatê herî kêm bi 50 hezar lîreyên sûrî heye, hevjînê min mehane tenê 300 hezar lîre distîne.”

Ş.M. di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her 24 saetan, tenê 2 saet kehrebe tê, wekî din jî ev 2 sal in tevî sermaya pir wan sobe nekiriyê.

JI BER KÊMBÛNA SOTEMENIYÊ ZANÎNGEH Û FIRIN RAWESTIYANE

Li gor agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, 6 firinên sereke li Şamê, 4 li Helebê û yek din li Himsê ji ber kêmbûna sotemeniyê rawestiyane.

(mh)

ANHA