​​​​​​​Şehîd Hisên Xilto ji bo zarokên welatê xwe giyanê xwe feda kir

Hisên Xilto yek ji şehîdên komkujiya Teqil Beqlê ye. Şehîd Hisên Xilto dema bi hawara qurbaniyên êrişên dewleta Tirk a dagirker ve diçû, şehîd bû. Bi vê yekê bû mînaka fedekarî û wefedariya bi nirxên şehîdan re.

​​​​​​​Şehîd Hisên Xilto ji bo zarokên welatê xwe giyanê xwe feda kir
​​​​​​​Şehîd Hisên Xilto ji bo zarokên welatê xwe giyanê xwe feda kir
​​​​​​​Şehîd Hisên Xilto ji bo zarokên welatê xwe giyanê xwe feda kir
​​​​​​​Şehîd Hisên Xilto ji bo zarokên welatê xwe giyanê xwe feda kir
18 kanûn, 2022   23:43
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Şeva 19-20ʹê Mijdara 2022ʹyan balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqlê yê herêma Koçerat ê navçeya Dêrikê bombebaran kir. Dema ku welatiyan berî dan cihê êrişê da ku birîndaran rakin nexweşxaneyê, balafirên dagirkeran careke din heman cih kir hedef, di encamê de Hisên Xilto û 10 welatiyên din şehîd bûn.

Hisên Xilto sala 1980ʹê li gundê Girkê Heyolê yê navçeya Dêrikê ji dayik bû. Hisên di nava malbatekê de ku ji dê, bav, 10 kur û 6 keçan pêk tê de, mezin dibe.  Malbat di sala 2004ʹan de berî dide navenda navçeyê û li wir bi cih dibe. Hisên Xilto heta asta navîn dixwîne, piştre dest bi kar dike.

Malbata şehîd Hisên Xilto a ji eşîra Taha ye di salên 80ʹê de Tevegera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Hisên Xilto li ser fikirê tevgerê mezin dibe.

Eşîra Taha bi welatparêziya xwe tê nasîn û ji bo doza kurdî têkoşînê dike. Eşîra Taha di oxira azadiyê de bi dehan şehîd dane.

Şehîd Hisên Xilto di zarokatiya xwe de bi çalakbûn, aramî û zîrekbûna xwe dihat nasîn. Birayê wî Ebdulcebar Xilto dibêje " Şehîd Hisên xwedî sîfetên baş bû, aram bû, çalak bû. Pirsgirêkên wî bi tu kesî re tune bûn, ji bo doza gelê Kurd a ku bi salan dihat tunekirin û înkarkirin xebateke mezin da meşandin."

ʹ PIRSGIRÊKÊN WELATIYAN ÇARESER DIKIRʹ

Ebdulcebar Xilto diyar kir ku şehîd Hisên pirsgirêkên welatiyan çareser dikir û alîkarî pêşkêşî wan dikir û wiha domandin: "Ya ku wî mijûl dikir, berxwedan û parastina xelkê Rojava bû. Ji ber vê yekê dema ku dengê bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li gundê Teqil Beqilê bihîst, ez bi telefonê pê re axivîm  û min jê re got neçe wî cihî, ji ber balafirên Tirk li ser Teqil Beqilê digeriyan. Lê şehîd Hisên got, ma dibe em şehîd û birîndaran li erdê bihêlin! Piştre tavilê bi îradeyeke ji pola çû Teqil Beqlê da ku erka xwe ya mirovî li hemberî zarokên welatê xwe bi cih bîne û şehîd dibe. Bi vê yekê rihê xwe ji bo rizgarkirina birîndaran dide û destanek ku ji bo wê kar dikir, nivîsand û sûcên artêşa Tirk a dagirker teşhîr kir."

/kr/uploads/files/2022/12/18/194330_-.webp

Di pêvajoya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Hisên Xilto beşdarî têkoşînê dibe û di pêkanîna erkên xwe yên mirovî de dudilî nebû. Şehîd Xilto ji bo parastina Dêrikê û welatiyên wê kedeke mezin da. Hevalê şehîd, Hisên Remedan dibêje" Di şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de, dema me têkoşîna civakî pêk dinaî û navçe diparast min şehîd Hisên nas kir. Di hezkirina welatparêziyê de ji bo me çirayek bû, di nava civakê de leheng û têkoşerek bû."

Şehîd Hisên Xilto bi awayekî çalak û bi rihê şoreşê beşdarî hemû çalakiyên bi banga rawestandina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dibû, her wiha çareserî ji pirsgirêkên civakê re didît.

Hisên Xilto kesayeteke durist, hezkirî bû, bi dilnizmî bi hemû heval û nasên xwe re dida û distand. Her tim banga şopandina xeta şehîdan û sekna li hemberî hemû planên dijberî gelên Rojava dikir.

Hevalê wî Hisên Remedan dibêje "Şehîd Hisên bi xurtî bi xaka Rojava ve girêdayî bû û jê re wefedar bû. Her tim me wî li qadên têkoşînê didît. Çiqas em wesfê vî lehengî bidin, gotin kêm dimîne."

Hisên Remedan soza şopandina xeta şehîd Xilto da.

ʹJI ZAROKATIYÊ VE JI WELAT HEZ DIKIRʹ

Hisên Xilto sala 2003ʹan dizewice û dibe bavê 5 zarokan (keçek û 4 kur).

/kr/uploads/files/2022/12/18/194239_-.webp

Hevjîna şehîd Hisên Xilto, Evîn Ebdulezîz dibêje "Hisên Xilto hertim xurt bû. Ji zarokên xwe re dixwest li ser xeta şehîdan û neteweya demokratîk bimeşin. Ji ber ku ji zarokatiya xwe ve di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Ez bi şehadeta wî serbilind im, ji ber ku rêya azadiyê nîşanî hemû welatparêzan da, bi rûmet û lehengî li hemberî êrişên  artêşa Tirk a dagirker seknî û gihişt asta şehadetê."

ANHA