​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2022`YAN
18 kanûn, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîd Hemze Tolhildan di salvegera şehadeta wî de bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê de bi bîr tînin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tev li xwepêşandana li bajarê Dêrikê dibin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê piştrast kir ku yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên DAIŞ'ê têk bir. Her wiha destnîşan kir ku ew dê têkoşîn û berxwedana xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên PYD’ê ya Reqayê û şêniyên Minbicê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û helwesta CPT’ê rexne kir û ew wek hevkara dewleta Tirk a dagirker bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi pêşketina rewşa civakî, aborî û ewlehî ya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi dehan malbatên sûrî ji herêmên hikumeta Şamê ber bi yên Rêveberiya Xweser ve koçber dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesayetên ji pêkhateyên Ereb û Çerkez ên bajarê Minbicê berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hisên Xilto yek ji şehîdên komkujiya Teqil Beqlê ye. Şehîd Hisên Xilto dema bi hawara qurbaniyên êrişên dewleta Tirk a dagirker ve diçû, şehîd bû. Bi vê yekê bû mînaka fedekarî û wefedariya bi nirxên şehîdan re. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA