​​​​​​​Ereb û Çerkez: Em dê li hember dagirkeran bisekinin

Kesayetên ji pêkhateyên Ereb û Çerkez ên bajarê Minbicê berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir.

​​​​​​​Ereb û Çerkez: Em dê li hember dagirkeran bisekinin
19 kanûn, 2022   00:49
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Li hember berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember dewleta Tirk a dagirker, bertekên erênî derdikevin holê. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker di 10 salên borî de hemû rêbazên koçberkirina şêniyên herêmê û dagirkirina xaka wan bi kar anîn, lê dîsa jî ew bi ser neket.

Di dawiya Mijdarê de, dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên giran û berfireh, hewl da berxwedana gel têk bibe, lê belê gel dev ji xaka xwe berneda û li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) sekinî.

/kr/uploads/files/2022/12/18/194327_-.webp

Der barê vê mijarê de, hevserokê Komeleya Çerkezan Samir Hebaq ji ajansa me re wiha axivî: “Gelê herêmê li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaneke bêhempa dimeşînin.”

Hebaq destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker topbarana xwe ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û tu cudahiyê naxe navbera Ereb, Turkmen, Kurd û Çerkezan û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi giranbûna van êrişan re gel xwe bêhtir li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kir ku dengê vê berxwedanê li seranserî cîhanê veda.”

Samir Hebaq di dawiya axaftina xwe de got: “Me herêmên xwe ji rêxistina herî terorîst anku DAIŞ`ê rizgar kirin û em dê berxwedana xwe bidomînin, îro em vê xakê diparêzin, sibe zarokên me.”

EM DÊ LI HEMBER DIJMIN LI KÊLEKA HÊZÊN XWE BIN

/kr/uploads/files/2022/12/18/194343_-.webp

Her wiha, yek ji rûspiyên eşîra Benî Seîd a Minbicê Şêx Fehid Şilaş got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên berfireh pêk tîne û ji bo pêkanîna armancên xwe yên Osmanî hemû bihaneyan derdixe holê.”

Şilaş destnîşan kir ku eşîr û rûspiyên êlên Ereb ên Minbicê dê li her derê ne tenê li Minbicê, li kêleka QSD’ê bin.

Di dawiya axaftina xwe de Şilaş got: “Em dê hevgirtina xwe ya bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re pêş bixin û têkoşîna xwe li gor prensîba parastina rewa bidomînin, em ne êrişker in, lê belê her kesê ku nêzîkî bihosteke xaka me bibe em dê li dijî wî bisekinin.”

(mh)

ANHA