`Em gav ji daxwaza xwe paşde navêjin ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin`

Di dawiya çalakiya konvedanê ya li Tebqayê de, teqezî bi îsrara li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

`Em gav ji daxwaza xwe paşde navêjin ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin`
18 kanûn, 2022   15:19
TEBQA

Çalakiya konvedanê ya ku Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Tebqayê li dar xistiye, îro bi dawî bû. Di roja dawîn de şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, komîn, meclis û endamên tevgerên ciwanan ên Tebqayê tev li çalakiyê bûn.

/ar/uploads/files/2022/12/18/140202_jahd-hsn.webp

Di çalakiyê de alîkarê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û got: “Divê em ne tenê van çalakiyan li dar bixin. Divê hemleyên me ji vê bihêztir bin. Ji ber ku pergalên kapîtalîst û dewleta Tirk sûcên dijî-mirovahiyê li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tînin.”

Cahid Hesen di dawiyê de got: “Ev hemle, tê wateya îsrara li ser rêgeza netewa demokratîk û berxwedana li hember hemû êriş û planên li dijî tevgerên demokratîk e.”

/ar/uploads/files/2022/12/18/140037_iyman-bdr-aldyn.webp

Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku endama rêveberiya Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî ya Civaka Demokratîk Îman Bedirudîn xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em êrişên faşîst û berberî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û CPT`ê şermezar dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan bêdeng e.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî ku projeya demokratîk li herêmê bi ser ket, hêzên kapîtalîst dewleta Tirk xist dewrê ji bo ku şerê herêmê bike û wê jî bi rêya qutkirina avê, şewitandina zeviyan, birçîkirina gelê herêmê û bikaranîna balafirên şer û yên bêmirov êriş herêmê kir û topbaran kir.

Di dawiya dauxyaniyê de hat diyarkirin ku armanca komploya navneteweyî pêk nehat ku fikrê rêber Abdullah Ocalan tune bikin, lê belê ew fikr li seranserî cîhanê belav bû û careke din bang li pêkanîna azadiya fîzîkî ya çêkerê felsefeya neteweya demkratîk û damezrînerê projeya Rêveberiya Xweser hat kirin. 

(şx)

ANHA