​​​​​​​Tevgera vaguhastinê li Şam û Humsê rawestiya

Li piraniya herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, di encama bihabûna zêde ya sotemeniyê de tevgera veguhastinê bi temamî rawestiye ku bi awayekî mezin bandor li nirxên xwirak kir.

​​​​​​​Tevgera vaguhastinê li Şam û Humsê rawestiya
18 kanûn, 2022   14:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Pirsgirêka tunebûna sotemeniyên li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de berdewam dike. Ji çend rojan ve li Şam û Humsê sotemenî bi temamî qut bûye û nirxên kelûpelan bi awayekî zêde biha bûye.

Nebûna sotemeniyê û bihabûna nirxên wê, daketina nirxê lîreyê Sûriyê bi awayekî neyînî bandor li nirxên xwirak û madeyên din kir.

 Ji bo telafîkirina qeyrana veguhastinê û bihabûna kirêyên taksiyan, şêniyên bajêr neçar man motorsîklêtên kehrebeyê û duçerx bi kar bînin.

Li gel berdewamkirina vê aloziyê re, hikumeta Şamê rewşê paşguh dike û çareseriyên bingehîn nabîne ku azarên welatiyan bi dawî bike, lê belê yên ji bilî lîreyê sûrî didin û distînin, ceza dike.

(şx)

ANHA