​​​​​​​Ciwanên Reqa: Em dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku rêber Ocalan azad bibe

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Reqa di panelekê de piştrast kir ku ew dê çalakiyan orgenîz bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

​​​​​​​Ciwanên Reqa: Em dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku rêber Ocalan azad bibe
18 kanûn, 2022   14:43
REQA

Bi dirûşma " Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Reqayê îro li hola stada bajêr panelek li dar xist û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û rêbazên bidestxistina azadiya wê nîqaş kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Malbatên Şehîdan û hiqûqnasên bajarê Reqayê di panelê de beşdar bûn.

Rêvebera Meclisa Sivîl a Reqayê Laleşîn Ebdullah behsa komploya navneteweyî ku li dijî rêber pêk hatiye, kir û got:" Dewletên kapîtalîst roleke mezin di girtina rêber de lîst û ew radestî dewleta Tirk kir. Şênî dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber bi dest bixin.”

/ar/uploads/files/2022/12/18/131504_khdyjh-bdywy.webp

Hevseroka Yekitiya Parêzerên a Reqayê Xedîce Bidêwî diyar kir ku ew weke hiqûqnasên Reqayê û endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixebitin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Di dawiya panelê de beşdaran destnîşan kir ku ew ê çalakî, panel, civîn, belavkirina belavokan û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

(dm)

ANHA