​​​​​​​Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 92 roj in didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja xwe ya 92’yan de berdewam kir.

​​​​​​​Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 92 roj in didome
18 kanûn, 2022   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî zextên dewletê serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja xwe ya 92ʹyan de dewam kir.

Li bajarê Kirmanşan ku bajarê herî mezin yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di hoparlora mizgeftekê de sirûda ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye çêkirin, hat berdan.

Li Ciwanro jinek ciwan bi çalakiyê li ser keviran ‘Mirin ji bo Xamneyî’ xêz kir û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî li çalakiya xwe anî.

Li bajarê Seqiz dixtorê bi navê Mihemed Baqir Ebas Zade ku nexwest der barê xwepêşanderên birîndar de agahiyan bide, ji aliyê hêzên ʹʹÎtlaatêʹʹ ve hat binçavkirin.

Her wiha derbarê xwepêşanderên girtî yên ku bi cezayê bi darvekirinê re rû bi rû ne de, li gorî çavkaniyên ji bajarê Urmiyê 5 xwepêşanderên girtî yên xelkê Şîno ku bi cezayê bi darvekirinê re rû bi rû ne, bi cihek nediyar ve hatine guhestin. Ev yek metirsiya di derbarê çarenûs û pêkanîna cezayê bi darvekirinê li her 5 xwepêşanderan zêdetir kiriye.

Li ser asta Îranê, cihên rawestgehên metroyan yên li bajarê Tehranê, bûne cihên xwepêşandan û berzkirina dirûşme û nerazîbûnan. Duh li gelek rawestgehên metroyan yên Tehranê çalakî hatin li darxistin.

Heman demê duh hêzên dewleta Îranê bi ser mala lîstîkvana bi nav û deng, Terane Elîdostî de girtin ku ji beriya niha Terane Elîdostî ji bo piştgiriya xwepêşandanan, wêneyê xwe bê kefî û bi rakirina kaxezek dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ parvekiribû.

Her wiha li bajarê Îze, merasîma spartina xakê ya Dunya (Sonya) Ferhadî ku di xwepêşandanên li Ehwazê de winda bibû û pênçşema borî ango di ango 15’ê Kanûnê de di çemê Karun de hatibû dîtin, pêkhat. Di merasîmê de ku welatî bi awayekî girseyî beşdar bibûn, dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê hatin berzkirin.

Li rexa berdewambûna xwepêşandanan, karkerên beşa neftê li gelek navendên bîrên neftê dest bi grevê kirin. Karkerên beşa neftê yên li Ehwaz, Mahşehir, Geçsaran, Durgey Xarik, Eseluye û Bêcar grev destpê kirin û neçûn ser kar.