Jinan banga bidawîkirina şer û ambargoyê kir

Bi dehan jinên li kantona Şehbayê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin û dawî li şer û ambargoyê bînin.

Jinan banga bidawîkirina şer û ambargoyê kir
18 kanûn, 2022   10:45
ŞEHBA

Bi dehan jin, di nav de endamên Kongra Star li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê kom bûn û bal kişand ser ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye

Endama Koordînasyona Kongar Star Hêvî Silêman bi zimanê erebî û kurdî axivî.

Hêvî Silêman anî ziman ku dewletên kapîtalîzmê plan kirine ku hemû gelên resen ên Rojhilata Navîn a ku navenda şaristaniya demokratîk e koçber bikin, da ku planên xwe yên dagirkirina herêmê bidomîne.

Hêvî Silêman diyar kir ku dewletên kapîtalîzm bi êriş û dorpêçkirina herêmê dixwazin van planan pêk bîne.

Hêvî Silêman bal kişand ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û wekî berdewama komploya navneteweyî bi nav kir. Her wiha anî ziman ku bi komploya li ser rêber Ocalan dixwazin vîna gel bişînin.

Hêvî Silêman bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin "Dengê azadî û aştî bibhîzin, bikevin tevgerê û  şer û dorpêça li ser herêmê bi dawî bikin."

(zş)

ANHA