​​​​​​​Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin

Hêzên gerîla li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, dagirkerek hate cezakirin.

​​​​​​​Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin
18 kanûn, 2022   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17'ê Kanûnê saet di 11:15'an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê li herêma Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qadê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Kanûnê saet di 13:30 û 15:30'î de li nêzî gundê Sîda yê ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkrean xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

17ʹê Kanûnê saet di 16:30'î de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê û Girê FM'ê bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin."