​​​​​​​Rêveberiya Minbicê gel ji bandorên şerê taybet ê dewleta Tirk diparêze

Hemwextî ku propagandaya Tirkiyê gur bûye ku yek ji rêbazên şerê taybet li dijî herêmê ye, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, rageşiyên siyasî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi rêya civînan ji şêniyan re şîrove dike.

​​​​​​​Rêveberiya Minbicê gel ji bandorên şerê taybet ê dewleta Tirk diparêze
12 kanûn, 2022   02:17
MINBIC- ŞÊRÎN SERXAN

Di gel êrişên leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk şerê çapmaniyê li dijî herêmê dimeşîne ku nûçeyên deraw belav dike. Dewleta Tirk bi vê rêbazê hewl dide tevliheviyan çêbike, nêrîna giştî bixapîne û hevgirtina civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

/kr/uploads/files/2022/12/11/195110_-.webp

Têkildarî wê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic Mihemed Elî El Ebo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên hewayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şerê çapmeniyê hewl dide ku şêniyên resen ji herêmê koçber bike, herêmê dagir bike û li cihê wan kesên din bi cih bike da ku guhartina demografiyê li herêmê pêk bîne.

Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê di hefteya çûyî de civîn ji şêniyan re li dar xist da ku rageşiyên li herêmê bi wan re parve bikin.

El Ebo têkildarî girîngiya wan civînan wiha got: "Pir kanal hene behsa rewşa siyasî, leşkerî û civakî û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, lê belê ew li gorî dilê xwe rewşê şirove dikin û rastiyan  berovajî dikin. Ji ber vê yekê me xwest ku em yekser bi şêniyên Minbic û gundewarên wê re têkildar bin da ku haya wan ji rageşiyên siyasî û leşkerî hebe."

/kr/uploads/files/2022/12/11/182720_-_1_-__.webp

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbic Ehmed Yusif da zanîn ku propogandaya dewleta Tirk a li dijî herêmê yek ji rêbazên şerê taybet e û bandorên wê li ser civakan mezin e û wiha domand: “Di gel êriş û gefan, şerekî çapmaniyê yê mezin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.”

Ehmed El Yusif bal kişand ser armanca dewleta Tirk û got: “Ew armanc dike ku şêniyên koçber bike, tevliheviyan çêbike, fikr û ramanên welatiyan tev li hev bike. Her wiha ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Şerê çapmeniyê yek ji rêbazên şerê taybet e ku dewletên mêtinger li dijî gelên azadîxwaz pêk tîne. Her wiha ev şer armanc dike ku civakê ji hev bike û ji hundir ve hilweşîne da ku wê bi hêsanî dagir bike.”

El Yusif hişyarî da ku mîna van şeran bi taybet şerên çapmeniyê ku rasterast beşa ciwanan dike hedef û wiha pê de çû: “Pêwîst ew hişyar bin û li pay tiştên ku dewleta Tirk teşwîq dike, neçin. Her wiha divê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî zanebûneke siyasî û civakî be.”

El Yusif îşaret pê kir ku rewşenbîr, rêveber û siyasetmedaran berpirsên zanakirina civakê ye û got: "Ji erka rewşenbîran e ku tevhî civakê bi taybet ciwanan hişyar bikin, ji ber ku di vê demê de medya dijîtal bi kar tînin ku yek ji amûrên şerê taybet e. Bi rêya wê fikrê ciwanan tevlihev dikin û rastiyê li wan vedişêrin.”

El Yusif piştrast kir ku şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ye ku li hember tevahî rêbazên şer ên leşkerî, taybet û aborî bisekinin. El Yusif destnîşan kir ku şerê gelê ê şoreşgerî, berxwedana gel e û ji mafê her gelekî ye ku xwe û axa xwe ji êriş û gefan biparêze.

Ehmed El Yusif di dawiya axaftina xwe de got: “Dema ku yekitî û hevgirtin di nava gel de hebe, ew gel tu carî têk naçe, ji ber niha hêza gel hêza sereke ye.”

(dm)

ANHA