​​​​​​​′Çareserî li Îmraliyê ye`

Dayikên Aştiyê yên li Qamişloyê û jinên li Reqayê bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

​​​​​​​′Çareserî li Îmraliyê ye`
12 kanûn, 2022   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN

hêrsa gel li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda girankirî ku hêzên hegemony li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, berdewam e.

Der barê mijarê de, Sîham Silêman bêdengiya hêz, rêxistin û saziyên hiqûqî li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê şermezar kirin û wiha got: "Em dayikên aştiyê, banga aştiyê dikin. Lê belê mixabin cîhan ker e banga me nabihîse; ji lew re dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî herêmên me de dewam dike."

Sîham wiha domand: "Em gelê herêmê, pişta xwe nadin tu kesî. Em dê têkoşînê bilin bikin. Destekê didin projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan. Em bang li Amerîka û Rûsyayê dikin ku dev ji durûtî û bêdengiya xwe li hember êrişên li ser herêmê berdin."

Sîham di dawiyê de vîn, îsrar û berxwedana gelê herêmê û hêzên leşkerî silav kir û got: "Li gel me hêz û vîn heye û têrê dike ku bersiva êrişên dewleta Tirk bidin. Em dev ji xaka xwe bernadin û çi êrişeke were çarenûsa wê binkeftin e."

Her wiha Xalîse Yûnis jî bang li tevahî jinan, welatparêz û dayikên aştiyê yên li seranserî cîhanê kir ku serî Ii hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hildin, çalakiyên curbecur pêk bînin da ku sînorekî ji sûcên artêşa Tirk a dagirker re deynin."

Xedice Mecîd Dawûd, dayika şehîd Ebas (Mihemed Pêrî) ku di 1994′an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, wiha got: "Erdogan texmîn dike ku bi sûcên xwe dê me bi dawî bike, lê nikare bigihîne armancên xwe."

Xedîce wiha bi dawî kir: "Divê çareyeke aştiyane pêk were û ew li Îmraliyê ye û bi şikandina tecrîda li dijî rêber Ocalan pêkan e. Ji ber ku rêber Ocalan çêkerê aştî, demokrasî û kilîta çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Em dubare dibêjin em xwînrijandina naxwazin, lê aştî û demokrasiyê dixwazin."

Welatiya bi navê Nûriye El Salih a ji Reqayê wiha got: "Divê hemû sûrî li hember dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide Osmaniyê li herêmê vegerîne, bisekinin. Em ê bi hêzên xwe re, bi QSD′ê re li pêş dagirkirina herêmên me bisekinin."

Nûriye wiha domand: "Em ji Erdogan natirsin. Em dayikên şehîdan dê li hember artêşa Tirk a dagirker bibin mertal."

Her wiha Foziye El Mirî jî ev tişt got: "Em li pişt hêzên xwe; QSD′ê ne û êrişên dewleta Tirk ên ketober şermezar dikin."

Foziye diyar kir ku ew soz didin şehîdên xwe li ser şopa wan bimeşin, asta têkoşîn û berxwedanê heta serkeftinê bilind bikin, Erdogan û çeteyên wê têk bibin û ji xaka Sûriyê derxin.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Reqayê Ebîr El Xelîl jî wiha got: "Em gelê herêmê, ji tevahî pêkhateyên dê hevgirtî bin û li hember êrişan bibin mertal."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Cehîde Mistefa jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got jinên Reqayê li kêlek QSD′ê ne.

Cehîde got; "Em dê têkoşîn bilind bikin û hevgirtina xwe heta serkeftinê qewîm bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/omQhBXttQ8A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>