​​​​​​​′Em ê li kêlek hêzên xwe bin û pişta xwe nadin hêzên navneteweyî′

Şêniyên navçeya Til Temirê da zanîn ku ew di parastina herêmê de xwe dispêrên hêzên xwe û got: "Em ê li kêlek hêzên xwe QSD′ê bin û pişta xwe nadin hêzên navneteweyî."

​​​​​​​′Em ê li kêlek hêzên xwe bin û pişta xwe nadin hêzên navneteweyî′
11 kanûn, 2022   23:32
HESEKÊ

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev gerin û hevgirtina xwe bi QSDʹê re nîşan didan.

/kr/uploads/files/2022/12/11/182858_-.webp

Welatiyê bi navê Xidir Eyûb Xalid (70)  girêdana xwe bi xaka xwe ve anî ziman û got: "Em şêniyên Til Temirê xwedî moral û vîneke xurt in. Ev cihê me yê resen e û em dev jê bernadin. Em ê bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriyê bisekinin."

Xalid diyar kir ku ew ê bi hêzên xwe yên leşkerî re bisekinin û bersiva her êrişan bidin û ev tişt anî ziman: " Bi şev em taxên xwe diparêzin û dewriyeyan dimeşînin. Bila Erdogan bizanibe ku em ji balafirên wî natirsin, em ê şerekî li dar bixin û nehêlin herêmên me dagir bike."

/kr/uploads/files/2022/12/11/182909_-.webp

Reşa Elî Elo da zanîn ku ji 19′ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker balafirên şer binesazî, navendên xizmetguzariyê û welatiyan dike hedef.

Reşa Elo piştgiriya xwe bi QSDʹê re anî ziman û got: "Em ê li kêlek hêzên xwe QSD′ê bisekinin û pişta xwe nadin hêzên navneteweyî."

Reşa Elo bang li şêniyan, di serî de ciwanan kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em bi xaka xwe ve girêdayî bin, da ku ji hêzên xwe yên li eniyên şer re bibin jêrdara hêzê."

/kr/uploads/files/2022/12/11/182925_-.webp

Amir Elî jî anî ziman ku girêdana wan a bi xaka xwe ve nameyek li hemberî dewleta Tirk a dagirker e û ev tişt got: "Pergala me ya parastinê xurt e. Em bi hêzên xwe re hevgirtî ne. Girêdana me ya bi xaka me ve nameya herî xurt a li hemberî dewleta Tirk a dagirker e."

(fr)

ANHA