Rêveberiya Xweser di her rewşeke awarte de pêdiviyên sereke peyda kirin

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid da zanîn ku Rêveberiya Xweser, têkildarî çi êrişeke dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, hemû pêdiviyên sereke yên jiyanê peyda kirin.

Rêveberiya Xweser di her rewşeke awarte de pêdiviyên sereke peyda kirin
1 kanûn, 2022   00:37
REQA – EHMED EL ESAF

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Tîrmeha 2022’yan de ji ber gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker rewşa awarte ragihandibû.

Têkildarî mijarê, cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid wiha axivî: “Girîngiya tedbîrên Rêveberiya Xweser a di çarçoveya rewaşa awarte de li ser beşên tenduristî, aborî û dabînkirina madeyên bingehîn ji civakê re bûn. Da ku hemû made di dema pêkanîna rewşên awarte yan jî şeran de werin peydakirin. Ji ber ku derî yan jî jêderên pêkanîna van madeyan wê werin sekinandin, bi taybet şîrê zarokan, derman, nan û sotemenî. Tedbîrên van hemû madeyan hatine kirin û dabînkirin."

El Ebid wiha domand: “Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo vî şerî amade ne, em jî hêvî dikin ku şer pêk neyê, lê eger dest pê kir, em amade ne. Me ji tecrubeyên berê yên şerê li dijî Girê Spî û Serêkaniyê de ders girtin.”

El Ebid di dawiyê de bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember van êrişan bibin xwedî helwest û got: "Kî çi madeyên keysabaz bike yan jî bihayê wan bilind bike, dê were hesabkirin."

 (mh)

ANHA