​​​​​​​Rûspiyên Dêrazorê: Em destekê didin rêveberî û hêzên xwe

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê da zanîn ku destekê didin QSD′ê û got "Dê projeya Rêveberiya Xweser Sûriyê ber bi ewlehiyê ve bibe û ew çareya yekane ji bo krîza wê ye û vebijêrka me berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk e."

​​​​​​​Rûspiyên Dêrazorê: Em destekê didin rêveberî û hêzên xwe
1 kanûn, 2022   06:20
DÊRAZOR - ELÎ EREB-SAMIR EBDULEZÎZ

Ji 19′ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, di êrişan de binesazî û welatiyan dike hedef.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amerîka û Rûsyayê şirîkê dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dihesibînin û diyar dikin ku ew li hember êrişên dewleta Tirk disekinin û destekê didin QSD′ê.

Têkildarî mijarê, ajansa me nêrînên şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê girtin.

Rûspiyê eşîra El Meşhûr a li rojavayê Dêrazorê Mensûr El Şelaf wiha got: "Dewleta Tirk binesaziyê dike hedef, stasyona gazê ya li herêma Siwêdiyê ku gaz dida herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêran kir û gelek avahiyên xizmetguzariyê hilweşandin."

El Şelaf wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tîne û divê were cezakirin."

El Şelaf wiha pê de çû: "Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re dê çalakiyên şaneyên DAIŞ′ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bibin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide çeteyên DAIŞ′ê ji girtîgeh û kampa Holê ya Hesekê derxe."

El Şelaf di dawiyê de ev tişt got: "Em ji bo her êrişeke dewleta Tirk a dagirker amade ne û dê bi hêzên xwe re bin."

Şêxê eşîra El Begara ya li rojavayê Dêrazorê Elî El Mihemed jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û wiha got: "Em van êrişan qebûl nakin û nahêlin tu parçeyekî xaka me dagir bike."

El Mihemed diyar kir ku Amerîka berpirsê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ye û wiha domand: "Divê helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hember êrişan tund be û helwesta xwe li hember Rêveberiya Xweser zelal bike."

′QSD JI BO ŞERÊ TERORÊ HATE DAMEZIRANDIN′

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê Ebdulezîz El Ocan jî got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bike û texmîn dike ku dê herêm ji hev belav bibe. Lê ev ne pêkan e û pêk nayê. Ji ber em li dijî çi êrişên gefan li ewlehî û îstîqrara me dixwe yek in."

El Ocan wiha anî ziman: "Em eşîrên ereb ên li Dêraorê bi hêzên xwe QSD′ê re ne û dê pê re di çi şerekî pêk bîne re bin."

El Ocan got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe şerê projeya me, projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji ber dizane ku projeya Rêveberiya Xweser dê hemû planên mêtîngeriya li herêmê têk bibe."

Li aliyekî din jî berdevkê eşîrên El Bokemal li Dêrazorê, şêx Selah El Selman wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û bi armanca belavkirina terorê li gel bêdengiya dewletên koalîsyonê, girtîgehên ku tê de bi hezaran terorîstên DAIŞ′ê hene, dike hedef."

′VEBIJÊRKA ME BERXWEDAN E′

El Selman wiha domand: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li dora Rêveberiya Xweser bicivin û destekê bidin zarokên xwe yên şervanên QSD′ê. Li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî berxwedanê tu rê tune ne."

El Selman di dawiyê de got: "Divê rêxistinên mirovahî û hiqûqî û bi taybet hikumeta Şamê helwesta xwe li hember êrişên dewleta Tirk eşkere bikin û Sûriyê ji mêtingeriyeke nû biparêzin."

(fr)

ANHA