​​​​​​​Ciwanên Qamişlo: Gotineke rêber Ocalan dê rewşa herêmê biguhere

Bi sedan ciwanên Qamişlo bi meşekê piştgiriya xwe bi helwesta rêber Abdullah Ocalan a redkirina hevdîtina bi CPT`iyê nîşan dan û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kirin.

​​​​​​​Ciwanên Qamişlo: Gotineke rêber Ocalan dê rewşa herêmê biguhere
30 mijdar, 2022   19:16
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan îro bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ji helwesta rêber Abdullah Ocalan re nîşan dan.

Di meşê de ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hildan û bi siloganên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana rêber Ocalan” ji çerxerêya Sewamê ya taxa Enteriyê ber bi çerxerêya Şehîdên Înternasyonalîst a li rojhilatê bajêr ve meşiyan.

Li wir, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Şêrhat Ehmed bang li aliyên berpirs kir ku xwedî li erka xwe derkevin û tecrîda li ser rêber Ocalan a dermirovî bi dawî bikin.

Şêrhat wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker dizane ku hevdîtinek bi rêber Ocalan re, çi bi rêya parêzer çi jî bi rêya peywendiya deng dikare rewşa herêmê biguhere, ji ber wê tecrîda li ser wî giran dike.”

Şêrhat teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da.

(mh)

ANHA