ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2022`YAN
28 mijdar, 2022   23:00

Şêniyên Qamişlo ji bo malbata şehîd Mahir Hewab li goristana şehîd Delîl Sarûxan sersaxiyê dixwazin ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Kampa Hol de şehîd bû, saet di 10:00’an de. (WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê li dar dixe.(WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanekê li dar dixin, saet di 12:00’an de. (WÊNE Û DÎMEN)

Pisporê tevgerên tundraw û terora navneteweyî Mûnîr Edîb li ser xetereya reva bi hezaran tundrawan hişyarî da û got ev ê zirarê bigihîne tevahî cîhanê. Edîb îşaret bi dewleta Tirk kir û got ew hewl dide ji cîhanê û ji hin welatên ku li dijî vê rêxistina terorîst tê dikoşin, tolê hilde.(BI WÊNE)

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Remzî Şêxmûs bal kişand ser têkoşîna demdirêj a PKKʹê ya ji bo gelên Kurdistanê û got ji bo mîsogeriya pêşeroja Kurdistanê xwedîderketina li PKKʹê pêwîstiyek e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor, siyasetmedar û hiqûqnsên Misirê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û bang li dewletên Ereban kir ku bi xurtî li hember plan û destwerdanên dewleta Tirk bisekinin.(BI WÊNE)

Dayikên Aştiyê û hevjînên şehîdan tekezî bi berdewama berxwedana li hemberî dagirkeriyê û tolhildana şehîdan kir. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de zirarên mezin gihaştin kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê ku çavkaniya sereke ya gaza Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kehrebeya herêma Cizîrê bû, mudîrê kargehê destnîşan kir ku ew ji bo çêkirina wê dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Shakofa Selaab diyar kir ku berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Rojavayê Kurdistanê ji her demê bêhtir hêz daye wan ku li dijî Talîbanê tê bikoşin û got "Yekane rêya guhartina pergalê yekitî û têkoşîna bêtirs e." (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Bi hatina zivistanî re girtina deriyê Til Koçerê azarên bi sed hezaran koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike. Rêveberiya Xweser li gorî derfetan alîkariyê pêşkêş dike, lê hejmara zêde karîna wê derbas dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel ambargoya ku li ser herêmê hatiye ferzkirin, Rêveberiya Xweser 11 kargeh vekirine. Ev kargeh derfetên kar ji zêdetirî 2 hezar kesî re peyda dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA