​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gelek cih li Kobanê dike hedef

Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina gundên Kobanê û navendên tenduristiyê didomîne.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gelek cih li Kobanê dike hedef
28 mijdar, 2022   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji Kobanê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê topbaran dike. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk rasterast navenda tenduristiyê ya li gund dike hedef.

Girêdayî heman mijarê, nûçegihana me ragihand ku li dijî girê Meştenûrê yê başûrê Kobanê û mezraya Ehmed Mûnîr êrişên bi çekên giran hene.

ANHA