​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 10 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got operasyonên wê yên li dijî şaneyan berdewam in ku tevgera wan li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde bûye. Hêzê ragihand ku di çarçoveya xebatên xwe de 10 çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Ebû Xeşeb ê Dêrazorê girtine.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 10 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
28 mijdar, 2022   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke girêdayî DAIŞ`ê girtiye û gelek cebilxaneyên pê re desteser kirine.

Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hemwextî êrişên li dijî herêmê liv û tevgera rêxistinên terorîst û şaneyên girêdayî wê zêdetir bûye.

Hêzê di daxuyaniya xwe de got: “Îro, Duşemê 28`ê Mijdarê, me deh çeteyên girêdayî DAIŞ’ê li bajarokê Ebû Xeşeb û gundewarê wê girtin.

Hêzên me piştî tevgera şaneyekê ku têkiliyên wê bi êrişên terorîst ên çekdar re hene, şopand û piştre di operasyoneke serkeftî de endamên wê girtin û cebilxaneya bi wan re desteser kirin.

Cebilxane wiha ye:

2 Guleyên RPK

18 Çekên kilaşînkovê

45 Cercûr

2 Teqemenî

4 Narincok

5 Tivingên nêçîrê

6 Kepsûlên narincokan

Hêzên me lêpirsînê bi endamên şaneyê re dewam dike û dê piştre ji Desteya Dozgeriya Giştî re veguhazîne. He wiha hêzên me dê xebatên xwe ji bo şopandina şaneyên terorîst berdewam bike ku tevgera wan di vê dawiyê de hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêdetir bûye. Dewleta Tirk ji piştigiriya van rêxistinan armanc dike tevliheviyê li herêmê derxe û ewlehiya gel û herêmên me têk bibe.”

ANHA