Gundên Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê tên bombebarankirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker ji danê siharê ve gundên ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran dikin.

Gundên Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê tên bombebarankirin
27 mijdar, 2022   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker ji danê siharê ve, gundên Sigîr û Balafyan yên ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Hat ragihandin ku ji ber êrişan ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên xelkê herêmê.

(cx)