Dewleta Tirk a dagirker gundên Şera û Şehbayê hedef girtin

Dewleta Tirk a dagirker şevê din Balafirgeha Minixê û hejmareke gundên din ên navçeya Şera û kantona Şehbayê bi balafirên şer û çekên giran hedef girtin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şera û Şehbayê hedef girtin
27 mijdar, 2022   07:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku balafirên ên dewleta Tirk a dagirker şevê din gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera ya Efrîna dagirkrirî bombebaran kirin. Li asîmanê herêma Efrînê jî tevgera balafirên keşfê yên biçek û yên şer hebû.

Bombebaranê nêzî saetekê dewam kir. Piştre saet di 01:00`ê de piştî nîvê şevê balafirên dewleta dagirker Balafirgeha Minixê ya kantona Şehbayê û gundê Merenaz ê navçeya Şera jî bombebaran kirin.

Saet derdora 02:30`an jî dewleta Tirk a dagirker gundê Bêlûniyê yê kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

(cx)

ANHA