ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 27-11-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 27-11-2022`YAN
26 mijdar, 2022   23:00

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo merasîmas sersaxiyê ji bo 5 şehîdên QSD`ê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Tebqa, herêmên başûrê Hesekê, Qamişlo, navçeyên Girkê Legê, Dêrikê yên Qamişlo, Dirbêsiyê li kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanê li dar dixin saet di 10:00 û 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrişan û pîrozkirina salvegera damezirandina PKK`ê dimeşin saet di 10:00`an de û di heman çarçovey êde li Hesekê şahiyek li dar dikeve saset di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesayetên welatparêz di salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê de diyar kirin ku partiya li ser bingeheke bîrdozî û têkoşîneke mezin hatiye damezirandin, êdî bûye xelaskerê hemû gelan û gotin: “Roja damezirandina partiyê roja şoreşa hişmendî û welatparêziyê ya gelê Kurdistanê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xeyas Neîse diyar kir ku armanca êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker, têkbirina îmkanên Rêveberiya Xweser e ku bi vî rengî xizmeta wan hêzan dike ku destwerdanê li Sûriyê dikin, lewma çavê xwe li êrişan digirin. Neîse got "Şerekî çarenûsî di navbera hêzên mêtinger û hêzên azadiyê de heye.” (BI WÊNE)

Welatiyên ji navçeya Holê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina kampa Holê, rastiya têkiliya xwe û DAIŞ`ê eşkere kir û diyar kir ku heke çete birevin dê felaketekê bînin serê cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina welatiyan, binesazî û saziyên xizmetguzariyê, sûcên şer in. Evîn hişyarî da ku heke ev êriş neyên sekinandin, dê karesateke mirovî li herêmê rû bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî têkildarî bertekên welatên rojavayî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê, têkiliyên Misir-Tirkiyê û hilbijartinên Lîbyayê nivîsandin. (BI WÊNE)

ANHA